'Ferhat hewl dida hesabê Roboskî bipirse, ji vê tirsiyan'
Ferhat Encu, ku piştî 104 rojan hat berdan, li Şirnexê dîsa hat girtin. Dayika Encu Halîme Encu got, "Ferhat hewl dida hesabê Roboskî bipirse. Ew ji vê tirsiyan."
Ferhat Encu, ku piştî 104 rojan hat berdan, li Şirnexê dîsa hat girtin. Dayika Encu Halîme Encu got, "Ferhat hewl dida hesabê Roboskî bipirse. Ew ji vê tirsiyan."
Parlamenterê HDP'ê yê Şirnexê Ferhat Encu, ku roja 4'ê Mijdarê di operasyonên dijî HDP'ê de hat girtin û piştî 104 rojên li girtîgehê hat berdan, pêr li Şirnexê li ser îtiraza dozgeriyê ji nû ve hat binçavkirin û dûre hat girtin.
Dayika Ferhat Encu Halîm Encu ji ANF'ê re axivî û got, "Yên ku bi bombeyan komkujî kirin, careke din em kuştin. Cara duyemîn em êşandin. Ez ê wan ti carî efû nekim. Ez van bûyerên diqewimin ti carî qebûl nakim. Ferhat, hewl dida mirovên li Roboskî hatin kuştin bipirse. Ew ji vê ditirsiyan. Nehiştin ku em li balafirgehê wî bibînin. Ez gelekî ji wan aciz im û bi hêrs im."
Birayê Ferhat Encu Serokê Roboskî-Derê Velî Encu jî anî ziman, ku ew bi malbatê li balafirgehê bûn û dema ku hejmareke zêde ya polîsan li balafirgehê dît, texmîn dikirin ku wê tiştekî bi vî rengî bibe. Encu da xuyakirin, ku tevî vê yekê jî wan hewl dane bi xweşbînî bifikirin û got, "Me digot, eger pirsgirêkek hebûya wê ew li Stenbolê bigirta. Dema gihîşt Şirnexê me bihîst ku yekser hatiye binçavkirin. Lê me nikarîbû agahiyan ji kesî bigirin. Li balafirgehê gelekî bi nebaşî nêzî me bûn. Hewl didan rewşê binixumînin. Dema ku parêzer ket navberê, ev rewşa li dijî hiqûqê mezintir bû."
Encu anî ziman, 2. Dadgeha Cezayê Giran a Şirnexê ku biryara berdanê da, daxwaza dozger a ji bo girtina Ferhat Encu qebûl nekir û got, "Dadgeh li pişt biryara xwe sekinî û daxwaza girtinê red kir. Xuya ye ji cihekî ferman hatiye û bi binpêkirina mewzûata hiqûqî re Ferhat Encu revandine. Li Şirnexê, sîstemeke welê heye ku bi fermana desthilatdariya heyî dixebite. Yên ku dixwazin li gorî hiqûqê tevbigerin, tên astengkirin. Bêhiqûqiyek hat kirin û kes nikare dest li vê werde. Pêkanîneke bi vî rengî bi ti awayî ne ya qebûlkirinê ye."
Velî Encu destnîşan kir, ku weke malbatên mirovên xwe di Komkujiya Roboskî de ji dest dane, 'pêvajoya bêhiqûqiyê' careke din hatiye bîra wan û got, "Dadgerî newêrî bû li dosyayê binêre. Ji ber ku zexteke giran li ser hebû. Bi fermanê dosya hat girtin. Ji Ferhat Encu tirsiyan. Jê tirsiyan ku ew li Şirnexê bixebite. Jê tirsiyan ku bêhiqûqiya li vir tê kirin, vebêje. Baş dizanin ku gelê Şirnexê wê dengê 'NA' bide. Bi vî rengî hewl dan mesajekê bidin."