Ferhat Şiblî û hevalên wî li cihê ku lê hatibûn qetilkirin, hatin bîranîn

Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Şiblî û hevalên wî li herêma Germiyan a Başûrê Kurdistanê hatin bîranîn.

Duh li nêzîkî gundê Berlût ê girêdayî navçeya Kelarê ya navenda Îdareya Germiyanê Alîkarê Hevserokê Meclîsa Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Ferhat Şiblî (Ferhat Dêrik) di 2’yemîn salvegera şehadeta xwe de bi beşdariya gelek welatparêz, nûnerên partî û rêxistinan, endamên Tevgera Azadî li cihê lê şehîd bûyî bi merasîmeke girseyî hate bîranîn. Di merasîmê de soza şopandina têkoşîna wî û hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd hate dayîn û dewleta Tirk a dagirker hat şermezarkirin.

Merasîma bîranînê bi deqeyek rêzgirtina ji bo giyanê şehîdên Tevgera Azadiya Kurdistanê destpê kir. Piştre nûnerê Partiya Komunîsta Kurdistanê axiftinek kir û wiha got: “Bêgûman rejîmên li her çar parçeyên Kurdistanê di şehîdkirina Kurdan de tu caran û bi tu awayî dudilî nekirine. Em weke gelê Kurd, gelekê aştîxwaz û azadîxwazin. Lê bi sedan salene di komkujiyan re derbaz dibîn.”

Piştre Berdevkê Tevgera Azadî Cûma Kerîm axivî û di kesayeta Şehîd Ferhat Şiblî de hemû şehîdên Têkoşîna Azadiya Gelê Kurd bibîr anî û wiha got: “Şehîd Ferhat Dêrik û tevayî şehîd, ne tenê şehîdên parçeyeke Kurdistan an partiyekê ne, ew şehîdên hemû gelê Kurd û Kurdistanê ne. Şehîd Ferhat û malbata wî li ser fikir û felsefeya Rêber Apo xwe perwerde kirin.”

Herwiha Hevseroka Tevgera Azadî Tara Husên jî di merasîma bîranînê de axivî û hestên xwe bi van gotinan anîn ziman: “Her bostek ya vê axê şehîdek ber dikeve. Tu malbatên welatparêz yên bê şehîd nînin û xema malbata Şehîd Ferhat parve dikin. Hevalê Ferhat Şiblî gelekî bi kelecan bû ku gelê Germiyanê ji nêz ve bibîne. Dijmin her tim dixwaze bêje li ser axa ku gelek şehîd dane xayin hene.”

Tara Husên wiha domand: “Hevrêyên şehîd Ferhad jin bûn. Ji ber vê yekê em jinên ku ji bo azadiya gelê Kurd û jinên Kurd têkoşiyane û şehîd bûne, ji dil û can silav dikin. Ji Germiyan em silavên xwe yên şoreşgerî ji malbatên şehîdan û tevahî gelê xwe yê Rojavayê Kurdistanê re dişînin.”

Hevserokê Encûmena Germiyan a Tevgera Azadî Herêm Mehmûd jî wiha got: “Şehîd Ferhad Dêrik û hevrêyên wî ji bo naskirina gelê Germiyanê û tedawiyê hatin vir. Lewma em weke xelkê Germiyanê van şehîdan tim bibîr tînin. Ji ber ku ev şehîdên her çar parçeyên Kurdistanê ne û ji bo azadiyê şehîd bûne. Em ji malbata şehîd Ferhad û hevrêyên wî re silavên xwe pêşkeş dikin. Em ji wan re dibêjin ku emê li ser rêya şehîdên xwe berdewam bin û emê dest ji xwîna şehîdên xwe bernedin.”

Di dawiya merasîmê de çend mûm li cihê şehîdan hatin pêxistin û beşdaran soza berdewamkirina rêya şehîdan dan.