Ferec: Li Başûrê Kurdistanê rû û fikrên nû lazim e

Nivîskarê ji Çemçemalê Latîf Fatîh Ferec diyar kir ku hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê têk çûne û divê ev kes îstîfa bikin.

Nivîskarê ji Çemçemalê Latîf Fatîh Ferec diyar kir ku hemû partiyên siyasî yên li Başûrê Kurdistanê têk çûne û divê ev kes îstîfa bikin.

Ferec bersiv da pirsên ANF’ê.

Ferec li ser têkçûna di şevekê de got ku, “Kesên ku em anîn vê rewşê, her tişt xistin destê xwe û gel beşdarî siyasetê nekirin. Hevalbendên xwe li dora xwe kom kirin û desthilatdariya xwe saz kirin. Di xeyalê van kesan de Kurdistan tune, tenê dolar heye!

Me nêziktêdayîna cîranên xwe baş fêm nekir. Dema ku siyasetmedarên me çûn Îran û Tirkiyeyê me got qey her tişt temam e û safî bûye. 

A niha ji sedî 51’ê axa Kurdistanê ji destê me derketiye. Kerkûk çûye. Xûrmatû, Dakûk, Maxmûr û gelek gund ji destê me derketine. Li Xûrmatûyê a niha komkujiyek tê kirin. kesên ku bûne sedema vî tiştî, lêborîna xwe jî naxwazin!”

Ferec axaftina xwe wisa domand, “Ji bo ku em ji vê pêvajoyê derkevin gelek gav hene divê em biavêjin. Yek jê divê em xwe bidin ber lêpirsînê, ya din divê em şerên siyasî û desthilatdariyê deynin aliyekî û divê em helwesta cîranên xwe baş binirxînin. Divê em zanibin ku kesên petrolê ji me dikirin, ne dostên me ne. Divê em li her çar parçeyan bibin yek. 

Li ser serketina li Kobanê gelek nirxandin hene. Ji ber ku me giyanê yekîtiyê zeft kir, Kobanê bi ser ket. Kurdan Reqa jî azad kirin, lê li Başûr ji ber ku em nebûn yek em li Kerkûkê têk çûn.”

Ferece li ser serketina Rojava û têkçûna li Başûr jî axaftina xwe wisa domand, “Li wê derê gel, berjewendiyên civakî heye. Li wê derê xeyalên şervanan hene, armancên wan hene. Lê li Başûrê Kurdistanê hêza kesan heye. Pêşmerge hêza kesan e, ne ya civakê ye. Ji ber ku pêşmerge bûye beş bi beş, wê şevê nikaribûn li ber xwe bidin û şer nekirin, dev ji kozikên xwe berdan. Pêşmerge bi qasî şervanên li Rojava nikaribûn şer bikin.”

Ferec nirxandinên xwe wisa domand, “Li Bakurê Kurdistanê tenê rêberek heye. Erê di zindanê de ye lê dîsa jî rêberek e. Gerîlla, gel û Cemîl Bayik, Mûrat Karayilan hemû li rêberên xwe guhdarî dikin, ji ber vê jî li dijî hêzên dijmin li ber xwe didin û bi ser dikevin.”

Ferec axaftina xwe wisa bi dawî kir, “Serokê herêmê, serokwezîr, hikumet, meclîs ev hemû di vê pêvajoyê de têk çûn. Hê derneketine pêşberî gel û du gotin nekirine. Hê lêborîna xwe jî nexwestine. Li Xûrmatûyê 50 hezar kesan koç kirin, Kerkûk di destê artêşa Iraqê de ye. Iraq dixwaze navendên petrolê jî tê de gelek cihan bi dest bixe. Dixwazin di warê ekonomîk de me bixeniqînin. 

Lê di vê em yekîtiya xwe ya neteweyî biparêzin. Tu rêyeke me ya din tune. Divê hikumeteke nû ava bibe. Hêzên pêşmergeyan ji nû ve xwe birêxistin bikin û divê em destketiyên xwe biparêzin.”