Ferec: Li Başûrê Kurdistanê dewleteke hizbî hatiye avakirin

Nivîskar û çavdêrê siyasî Letîf Fatîh Ferec bal kişande ser rewşa Başûrê Kurdistanê û got, "Li Herêma Kurdistanê welatî ji ber eşkerekirina fikir û ramanên azad têne destgîrkirin."

Nivîskar, Rojnamevan, Çavdêrê Siyasî û Rewşenbîrê bajarê Kerkûkê Letîf Fatîh Ferec derbarê rewşa Başûrê Kurdistanê, mijarên wek berdewamiya koçkirina welatiyan û êrişên kîmyewî yên dewleta Tirk a dagirker li ser herêmên sînorî û rewşa Kurdan a li meydana siyasî ya li Kerkûkê ji ANF’ê re axivî.

“WELATÎ JI BER DERBIRÎNA FIKR Û RAMANÊN AZAD TÊN DESTGÎRKIRIN”

Ferec bi mijara berdewambûna koçkirina welatiyan ji Başûrê Kurdistanê dest bi axaftina xwe kir û got, "Sedemên ku xelkê Herêma Başûrê Kurdistanê neçarî terikandina welatê xwe tên kirin pirin, sedemên sereke jî zilm, nebûna edelet û azadî ye, her wiha ji ber derbirîna fikra azad tên destgîrkirin û heqaret li wan tê kirin, dîsa nebûna kar û xirabiya rewşa debarî ya xelkê Başûrê Kurdistanê kiriye ku bê hêvîtî çêbibe û xelk koç bike."

LI BAŞÛRÊ KURDISTANÊ DEWLETEKE HIZBÎ HATIYE DAMEZRANDIN

Letîf Fatîh Ferec derbarê paşeroja welat û başbûna rewşa welatiyan jî nirxandin kir û anî ziman, "Di destpêka salên 90’î de li şûna damezrandina dewleteke welatiyan, hikumet rabû û dewleteke hizbî damezrand. Vê yekê kir ku welatî ji paşerojeke baştir bêhêvî kirin. Ji ber nebûna edaletê cudahiya çînayetî û bêkarî derket holê, ciwanên kêrhatî xwedî paşerojeke misoger nînin li vî welatî, lewma di hemû derfetan de em dibînin ku pêl bi pêl welat diterikînin, bi taybetî sala 2015’an û ev demên dawî tevî ku rê nîne lê ji neçarî ber bi welatê Belarûsê koç dikin. Niha sîstemek jî nîne ku li gorî vê bikarîn paşeroja xwe baştir bikin, lewma xelk neçarkiriye ku pişta xwe bide welat û biterikîne.”

NATO RÊXISTINEKE FAŞÎST E

Ferec işaret bi karanîna çekên kîmyewî ji aliyê dewleta Tirk a dagirker li hemberî Kurdan kir û wiha pêde çû: "Tirkiye dewleteke zalim e û hebûna netewî, ziman û çanda Kurdî qebûl nake, her wiha cudabûna di navbera wê û Tirkiyê napejirîne. Bêdengî û bê pîvaniya NATO di kîmyabarankirina navçeyên sînorî ji aliyê Tirkiyê xwedî role. Li şûna ku NATO bibe rêxistinek ku ji bo exlaq û demokrasî di nav dewletan de hebe wana rêxistin bike, lê berevajî NATO rêxistineke ji bo belavkirina faşîzm, milîtarîzm û qetilkirina gelan.”

KERKÛK ÊŞA ŞERÊ SIYASÎ Û YEKDESTKARIYÊ YA HIZBAN DIKIŞÎNE

Nivîskar, Rojnamevan û Çavdêrê Siyasî Letîf Fatîh Ferec di dawiyê de behsa rewş û cihê Kurdên li Kerkûkê di meydana siyasî de û qurbanî bûna xelkê ji ber şerê siyasî ya hizban kir û wiha axaftinê xwe domand: “Hebûna plan û proje û gotina hevbeş ji bo Kurdên li Kerkûkê pir girînge, lê mixabin hêzên siyasî yên Kerkûkê ne yekdeng in. Her welatiyeke bajê dizane ku ji bo bajêr çi bê kirin wê baş be, lê mixabin ji ber şerê siyasî û yekdestkariya di navbera aliyên Kurdî yên li Kerkûkê, rê ji yekdengiya Kurdan li bajêr nayê dayîn.”