Feleknas Ûca û Semra Guzel serdana Şengalê kirin

Parlementerên HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û Aktivîsta TJA û parlementer Semra Guzel serdana Şengalê kirin.

Parlementerên HDP’ê ya Êlihê Feleknas Ûca û Aktivîsta TJA û parlementer Semra Guzel serdana Şengalê kirin.

Ûca û Guzel li navenda Şengalê ji aliyê Hevserokê Desteya Rêveber û Cigirê wî, Hevserokê MXDŞ ve hatin pêşwazîkirin.

Li gorî agahiyên hatin girtin, armanca serdan Ûca û Guzel a ji bo Şengalê ew e ku destekê bidin civaka Êzidî û taybet rêveberiya xweser a piştî fermanê hatî avakirin. Di nîqaşên hatin kirin de bal kişandin ser xebatên ji bo carekî din ferman neyê kirin û civak bê rêxistinkirin.