Febrîqeya tekstîlê ya AKP'ê ya ji bo hilbijartinê piştî 3 mehan hate girtin

Febrîqeya tekstîlê ku şaredariya Payîzava ya AKP'yî di hilbijartinên giştî de vekir, di nava sê mehan de hate girtin. Sîgortaya karkerên ku 3 mehan hatin xebitandin jî tenê ji bo rojekê hate dayin.

Şaredariya Payîzavayê ya AKP'yî beriya hilbijartinên giştî yên 14'ê Gulanê li Payîzavayê febrîqeyeke tekstîlê vekir û propaganda ku wê li vê febrîqeyê 600 karkerî bixebitîne.

Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê û Serokê Rêveberiyên Herêmî yên AKP'ê Mehmet Ozhasekî beşdarî merasîma vekirinê bû û îdîa kir ku hem li Tirkiyeyê hem jî li qada herêmî bi siyaseta xwe ya xizmetê gavên girîng avêtiye.

Lê belê rastiya AKP'ê di nava 3 mehan de diyar bû. Tenê 180 kes tevlî kar hate kirin û di bin kêmtirîn mûçe de hatin xebitandin. Şaredariya AKP'ê ev yek jî bi rêya MESEM û piştgiriya Îş Kûrê kir, ji esnafan bi deyn malzeme, xurek wergirt û di berdêla kar de jî tiştek neda.

Febrîqeya tekstîlê ya AKP'ê piştî ku gel xapand, hate girtin û karker jî bêkar man. Her wiha sîgortaya karkeran jî tenê ji bo rojekê hate dayin.