Êzidiyên li herêma Hesekê derbasî Şengalê bûn
Bi sedan Êzidiyên herêma Hesekê, ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê û berxwedana YBŞ/YJŞ'ê danê sibehê bi rê ketin, ji sînorê Holê derbasî herêma Şengalê bûn.
Bi sedan Êzidiyên herêma Hesekê, ku ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê û berxwedana YBŞ/YJŞ'ê danê sibehê bi rê ketin, ji sînorê Holê derbasî herêma Şengalê bûn.
Êzidiyên herêma Hesekê ji bo ku piştgiriyê bidin welatiyên Şengalê û şervanên YPŞ/YJŞʹê îro ji saetên sibê de bi dehan wesayîtan ber bi Şengalê ve derketin rê. Welatiyên Êzidî alên YBŞ/YJŞʹê hildan û pankartên wekî, "Em êrîşa AKP û çeteyên PDKʹê ya li ser Şengalê şermezar dikin", "Em piştgiriya berxwedana YBŞ/YJŞʹê dikin" vekirin.
Endamê Mala Êzidiyan a Hesekê Farûq Tozo diyar kir, ew dixwazin piştgiriya xwe ya bi gelê Şengalê re nîşan bidin û got: "Çûna me ya Şengalê peyamek ji PDK û çeteyên wê re ye. Em bi vê yekê ji wan re dibêjin ku em êrîşan qebûl nakin. Em ê herin herêmên ku alozî lê heye û em ê piştgiriya xwe bi berxwedana Şengalê re nîşan bidin."
Karwanê ku ji nêzî 50 wesayîtan pêk tê, di van kêliyan de, ji sînorê bajarokê Holê ya girêdayî Hesekê, derbasî herêma Şengalê bû. Girseya gel wê ji vir derbasî bajarokê Xanesorê bibe.
Komên çete yên girêdayî PDK û AKPʹê di 3ʹê Adarê de êrîşî bajarokê Xanesorê ya Şangelê kirin. Li hemberî êrîşan welatiyên Xanesorê rabûn ser piyan û rahiştin çekên xwe. Hêzên YBŞ/YJŞ’ê jî bersiva çeteyan dabû.