Êzidiyên ku PDK'ê êrîşî wan kir: Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin

Piştî êrîşa hovane ya çeteyên PDK'ê, ku di encamê de jineke Êzidî hat kuştin û 10 jî birîndar bûn, Êzidiyên xwepêşandana protestoyî lidar xistin, li navenda Xanesorê daxuyaniyek dan. Êzidiyan gotin, "Em ê heta dawiyê Şengalê biparêzin."

Piştî êrîşa hovane ya çeteyên PDK'ê, ku di encamê de jineke Êzidî hat kuştin û 10 jî birîndar bûn, Êzidiyên xwepêşandana protestoyî lidar xistin vegeriyan navenda Xanesorê û daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Di daxuyaniyê de êrîş hat şermezarkirin û bê navber dirûşmên, "Bimirine xiyanet", "Bijî berxwedana Şengalê", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn.

Di çalakiyê de li ser navê oldarên Êzidiyan Şêx Xelef axivî û ev tişt anîn ziman: "Em şer naxwazin, em ji bo aştiyê meşiyan. Lê wan êrîşî me kirin, birîndarên me çêbûn. Divê li dijî hev şer nekin, bibin yek û êrîşî dijminê xwe bikin. Di dema fermanê de PKK hat û xwe li ber Êzidiyan kir mertal. Ji bo Êzidiyatiyê şehîd dan. Yên ku dibêjin 'em Êzidî ne', divê li dijî vê êrîşê derkevin."

'ÇETEYÊN ERDOGAN Û BARZANÎ ÊRÎŞ KIRIN'

Piştre dayika bi navê Kinê axivî û got: "Gelê Rojava ji bo alîkariyê hat Xanesorê. Em ji bo ku vî şerî bidin sekinandin meşiyan. Lê yên ku axa me dagir kirine, çeteyên Erdogan û Barzanî êrîşî me kirin. Tevî ku em sivîl bûn û di destê me de çek nebûn jî, wan êrîş kirin. Me şehîd û birîndar dan. Em ê tola wan şehîdan hilînin. PKK heta dawiyê li pişt me ye, em jî li pişt wan in û dest jê bernadin." 

'EM Ê HETA DAWIYÊ BI GELÊ ŞENGALÊ RE BIN'

Li ser navê gelê ku ji Rojava hatibû jî rêveberê Meclîsa Hesekê Ezîz Elî axivî û wiha got: "Em ji bo piştgiriyê bidin gelê Şengalê ji Rojava hatin. Em ê wekî gelê Rojava heta dawiyê li pişt gelê Şengalê bin. Pêwîst bike em ê ji bo parastina herêmê jî werin. Şengal rûmet û dîroka Kurdistan û mirovahiyê ye. Yên ku Şengalê difiroşin, wê tevahiya Kurdistanê bifiroşin. Di demeke ku kongreya neteweyî di rojevê de ye de, ev êrîş bi zanebûn bi destê Erdogan tê çêkirin."

Çalakî bi dirûşmeyên şermezarkirina PDK’ê bi dawî bû.  Piştî daxuyaniyê girseya ku ji Rojava hatibû vegeriya cihê xwe.