Êzidiyên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin digihîne malbatên wan
Tevgera Jinên Êzîdxanê (TAJÊ), ku ji Êzidiyên ji nava lepên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin dibe alîkar, ji bo xwe bigihînin gel û axa xwe, li Şengalê bi gelek berpirsyariyan radibe.
Tevgera Jinên Êzîdxanê (TAJÊ), ku ji Êzidiyên ji nava lepên DAIŞ'ê hatine rizgarkirin dibe alîkar, ji bo xwe bigihînin gel û axa xwe, li Şengalê bi gelek berpirsyariyan radibe.
Bi sedan Êzidiyên di dema êrîş û komkujiya 3'ê Tebaxê de esîr ketin destê çeteyên DAIŞ'ê û ew anîn Sûriyeyê, ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve hatin rizgarkirin û emanetî rayedarên Rêveberiya Xweser a Demokratîk hatin kirin. Rêveberiya Xweser a Demokratîk jî Êzidiyên tên rizgarkirin radestî Meclîsa Jinê ya Şengalê dike.
Endama Meclîsa Avaker a Şengalê û Rêveberiya Tevgera Jinê ya Êzîdxanê (TAJÊ) Zehra Şengalî qalê kir, ku ew bi çi rengî mirovên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin pêşwazî dikin û ji nû ve tevlî jiyanê dikin.
'GELEK MIROVÊN ME JI NAVA LEPÊN DAIŞ'Ê HATIN RIZGARKIRIN'
Zehra Şengalî anî ziman, bi fermanê re bi hezaran Êzidî esîr ketine destê DAIŞ'ê û piraniya van jî anîne Sûriyeyê. Şengalî diyar kir, heta niha bi sedan jinên Êzidî ji aliyê hêzên YPG û YPJ'ê ve ji nava lepên DAIŞ'ê hatinr rizgarkirin û destnîşan kir, di nava Pêngava Xezeba Firatê de gelek jinên Êzidî yên hatine rizgarkirin jî cih digirin.
Zehra Şengalî got, "Beriya niha bi demekê li Şengalê jî li dijî DAIŞ'ê pêngavekê dest pê kir. Ev pêngav bi navê 'Tolhildana Jinên Êzidî' ji aliyê YJŞ û YBŞ'ê ve hat destpêkirin. YPG û YPJ'ê jî wateya hilanîna tola jinên Êzidî û hemû jinan dan operasyona Reqayê. Bi pêngava Reqayê re jinên Êzidî tên rizgarkirin. Em jî weke TAJÊ, hewl didin van jinan ji nû ve tevlî jiyanê bikin."
'ME KOMÎTEYEKE NÛ AVA KIR'
Zehra Şengalî anî ziman, Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Rojava, ji bo mirovên Êzidî yên ji DAIŞ'ê hatine rizgarkirin bigihêjin gel û axa xwe, radestî Meclîsa Jinê ya Şengalê dike û wiha dewam kir: "Gelek mirovên me yên ku heta niha ji DAIŞ'ê rizgar bûn, li Şengalê vegeriyan. Weke TAJÊ, ji bo van mirovên xwe pêşwazî bikin û ji nû ve tevlî jiyanê bikin, me komîteyek ava kir. Di nava vê komîteyê de weke nûnerê Meclîsa Avaker a Şengalê, hevalekî mêr jî heye. Weke TAJÊ, em mirovên xwe yên ji DAIŞ'ê tên rizgarkirin li kampa Newrozê û Qada Holê pêşwazî dikin. Yên ji Holê tên jî tînin kampa Newrozê û piştre dişînin Şengalê. Li Şengalê jî tevî gel TAJÊ pêşwaziya wan dike. Piştre komîteya di bin sîwana TAJÊ, lêkolînên pêwîstî pê heye, dike."
'PIŞTRE JÎ EM HEWL DIDIN BIBIN ALÎKAR'
Şengalî da xuyakirin, ev komîteya wan, mirovên Êzidî yên hatine rizgarkirin digihîne malbatên wan, lê belê karê wan ne tenê ev e û got, "Komîte malbatên van mirovan lêkolîn dike û wan digihîne hev. Eger pirsgirêkeke xwe ya tenduristiyê hebe, hewl dide derman bike. Mesela, gelek caran zarok bi tena serê xwe tên. Wextekê bi me re dimînin û em bi wan dibilin. Em li malbatên wan dipirsin û wan digihînin malbatên wan. Em ji wan re qalê dikin, ku bi çi rengî dikarin ji wan re bibin alîkar.
Di heman demê de, piştî ku em van mirovên xwe radestî malbatan dikin, em rewşa wan dişopînin, ku ti zext li nava malbatê li wan tê kirin an na. Em van mirovên xwe ziyaret dikin û hewl didin moralê bidin wan. Ev hewldanên me bêencam namînin. Mînak, di nava mirovên azad bûne de hin kes bi daxwaza tên û tevlî karê TAJÊ dibin."
'DIVÊ EM BI XURTÎ PIŞTGIRIYÊ BIDIN HEV'
Endama Meclîsa Avaker a Şengalê û Rêveberiya Tevgera Jinê ya Êzîdxanê (TAJÊ) Zehra Şengalî got, "Di destê çeteyên DAIŞ'ê de bi hezaran Êzidiyê dîlgirtî hene. Em bawerin ew ê jî bên rizgarkirin. Tevî ku weke gel û jinên Şengalê hewl didin li ser bingeha azad ji nû ve jiyanê ava bikin û mirovên xwe yên ji DAIŞ'ê rizgar bûne ji nû ve tevlî kar bikin, hîn jî polîtîkayên qirêj li ser Şengalê tên meşandin. Bi taybetî PDK û dewleta Tirk gefê li Şengalê dixwin. Em van gefan rast nabînin û qebûl nakin.
Em gerîlayên HPG û YJA Starê yên em ji komkujiyê rizgar kirin û hêzên YPG û YPJ'ê yên rê vekirin û bi hezaran Êzidî rizgar kirin, ji bîr nakin. Yên ku derfetên xweparastinê dane me, yên ku em ji DAIŞ'ê rizgar kirine û hêvî û hêzê didin me, ew in. Li ser vê bingehê ez HPG, YJA-STAR, YPG, YPJ, YBŞ û YJŞ'ê silav dikim.
Bang li tevahiya civaka Êzidî û jinên cîhanê dikim, ku piştgiriyê bidin jin û gelê Şengalê ku li azadiyê digere."