Êzidiyan bang li PKK'ê û cîhanê kirin
Encamnameya civîna Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk hate weşandin. Civîna bi beşdariya nûnerên civaka Êzidî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û Ermenîstanê pêk hat.
Encamnameya civîna Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk hate weşandin. Civîna bi beşdariya nûnerên civaka Êzidî yên ji çar parçeyên Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û Ermenîstanê pêk hat.
Di daxuyaniya Koordînasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk de hat destnîşankirin, ku PKK hêviya Êzidiyan e û hat gotin, "Pêwîstiya vê civakê bi we heye. Lewma em bawer in hûn ê bi berpirsyariya xwe rabin."
Civîna Koordînayona Civaka Êzidî ya Demokratîk di navbera 25-28'ê Kanûnê de li çiyayê Şengalê bi beşdariya 60 delegeyên ji tevahiya Kurdistanê, Ewropa, Rûsya û Ermenîstanê pêk hat.
'FERMAN QEDERA ME NÎNE'
Di encamnameyê de hat ragihandin, li ser hemû mijarên têkildarî siberoja civaka Êzidî nîqaşên girîng hatine kirin û hat gotin, "Mîna ku ferman qedera me ye, piştî her fermanê em li çar aliyên cîhanê belav bûn û kêm bûn."
Di encamnameyê de hat destnîşankirin, ku weke civaka Êzidî ew dixwazin êdî vê rastiya ku li ser wan tê ferzkirin biguherînin û hat gotin, "Em vê fermana dawî ya giran, dikin wesîleya dersderxistinê. Di vê çarçoveyê de, li ser mecbûriyet û girîngiya piştgirî û yekîtiya civaka me ya li çar aliyên cîhanê belav bûye, nîqaş hatiye meşandin. Li ser vê bingehê hatiye destnîşankirin, ku divê hewldan ji bo pêkhatina yekîtiya civaka me ya Êzidî ya li cîhanê belav bûye bê destpêkirin, ev hewldan weke platform, vîn û mekanîzmayekê bê birêxistinkirin."
BANGÊN GIRÎNG LI HÊZÊN HERÊMÎ Û NAVNETEWEYÎ HATIN KIRIN
Di encamnameyê de hat gotin, li ser Şengalê nîqaşên girîng hatine kirin û di vê mijarê de hin biryar hatine girtin.
Danezana civînê wiha dewam kir: "Em Êzidî li ku dijîn bila bijîn, Şengal cih û warê hevpar ê hemû Êzidiyan e, welatê wan e. Ji bo tevahiya civaka me ya Êzidî, Şengal xwedî cihekî manewî û girîng e. Siberoja Şengalê siberoja tevahiya civaka Êzidî ye. Lewma girîng e Êzidî bi vê hişmendî û berpirsyariyê li her devera lê dijîn, li dora Şengalê xebatên xwe bimeşînin û ji her alî ve desteka madî û manewî ji Şengalê re bikin. Wekî din, hin nîqaşên di dema dawî de li ser Şengalê tên meşandin, civaka me ya Êzidî gelekî aciz dike û dêşîne. Yên ku mafê wan ê gotinê li ser Şengalê nîne, yên ku rûyê wan nîne li civaka Êzidî binêrin, hewl didin xwe bikin xwediyê Êzidiyan û vê yekê jî bi piştgiriya dewleta AKP'ê ya ku dijminê Kurdan û civaka Êzidiyan e, dikin. Ev yek birînên me hê bêhtir vedide. Piştî ku Êzidî di nava lepên DAIŞ'ê de hatin hiştin, mîna ku tiştek nebûye, daxwaza vegera li beriya fermanê tê kirin. Ev yek tê wê wateyê ku van hêzan ji vê civakê û psîkolojiya civakê tiştek fêhm nekirine. Divê tirs û fikarên me civaka Êzidî bên fêhmkirin. Em garantoriya saziyên navneteweyî yên mîna Neteweyên Yekbûyî û Yekîtiya Ewropayê dixwazin. Di heman demê de mafê me ye ku em ji PKK'ê bixwazin ku hê jî vê civakê biparêze, ji ber ku PKK weke hêzeke neteweyî ya bi xurtî li dijî DAIŞ'ê şer dike, bi hawara civaka me ya Êzidiyan ve hat. PKK gava bi fermana me ve hat ji kesî nepirsî, ji me jî nepirsî, kesî jî nekarî pêşî lê bigire. PKK'ê bi berpirsyariya xwe ya însanî û neteweyî rabû û biryara vê yekê da."
Di dewama daxuyaniyê de hat ragihandin, hêzên navneteweyî hê siberoj û hebûna Êzidiyan ewle nekirine û hat destnîşankirin, pêwîstiya civaka Êzidî hê jî bi parastina PKK'ê heye.
Di encamnameyê de ev bang li PKK'ê hat kirin:
"Civîna me bi vê wesîleyê careke din vê bangê li PKK'ê dike. Eger di dema fermanê de hûn bi hawara civaka me ya Êzidî ve nehatibûna, ya em ê bihatina kuştin, yan jî yên xwe rizgarkirine wê ji Şengalê derketibûnan, careke din li Şengalê venegeriyabûn û bi vî rengî Şengal wê vala bûya. Hûn hatin Şengalê û bûn hêvî ji mirovên me re. Ji ber ku mirovên me xwe bi ew ewle dîtin, di nava şert û mercên herî zehmet de li vir man û li ber xwe dan. Gelek pirsgirêk û fikarên mirovên me yên weke ewlekarî, îdare û hwd. nehatine çareserkirin û nehatine ewlekirin. Bi dîtina me, hê jî berpirsyariya we li pêşberî vê civakê heye û li ser vê bingehê, tevî ku daxuyanî û hewldaneke we ya fermî nîne jî, em derketina we ji vê derê rast nabînin. Pêwîstiya vê civakê bi we heye û em bawer in hûn ê di vê mijarê de bi berpirsyariyar xwe rabin."
XWESERIYA ŞENGALÊ ESAS E
Di encamnameyê de statuya ji bo Şengalê bi vî rengî hat nirxandin:
"Di civîna me de siyasetek û nêzîkatiyeke dîplomasiyê ya ku mafên Êzidiyan ewle dike û li ser perspekîfa xweseriya Şengalê hemû Êzidiyan digihîne hev, esas hatiye girtin. Li ser vê bingehê, biryar hatiye dayîn ku li nava saziyên navneteweyî û li herêmê hewldanên pêwîst bên destpêkirin. Civîna me eşkere dike ku amade ye bi hikûmeta herêmî û hikûmeta navendî yên li ser bingeha çareseriya pirsgirêkên Êzidiyan û Şengalê vîna me qebûl dikin, hevdîtinan bikin."
BANGA RÊXISTINBÛNÊ LI ÊZIDIYAN HAT KIRIN
Di encamnameya civîna KoordÎnasyona Civaka Êzidî ya Demokratîk de hat gotin, "Mijareke din a ku civîna me bi giranî li ser sekinî ew e, ku Êzidî li her welatên lê ne xwe bi rêxistin bikin, bibin xwedî vînekê û li ser vê bingehê tevlî sîstemê bibin û xwe îfade bikin. Li ser vê bingehê, girîng e Êzidî li hemû qad-welatên lê ne, rêxistinbûnên xwe yên xweser xurt bikin, eger tinebe van rêxistinbûnan ava bikin û yekîtî û hevgirtina civaka me esas bigire. Feraset xwerêveberî û sazîbûNê, ku piştî fermanê di şexsê Şengalê de weke pêwîstiyekê derketiye holê, girîng e ji aliyê civaka me ve ji nû ve bê nirxandin û afirandin.
Ji ber pêwîstiya bi rêxistinbûna hevpar a civaka me ya Êzidî ya li hemû qadan, civîna me rêveberiya Civaka Êzidî ya Demokratîk a ji 31 kesan, ku ji nûnerên hemû sazî û rêxistinên Êzidiyan ên li çar parçeyên Kurdistanê û derveyî welat pêk tê hilbijartiye û koordînasyonek ji pênc kesan diyar kiriye.
Di civîna me de mijareke din a ji bo Şengalê û hemû Êzidiyan hatiye nîqaşkirin, rewşa hêzên me yên parastina Şengalê ye. Biryar hatiye dayîn YBŞ ji aliyê îdeolojîk û rêxistinî ve were kûrkirin û ji aliyê hejmarî ve were mezinkirin. Hatiye destnîşankirin, ku YBŞ ne tenê ji bo Şengalê di heman demê de ji bo hemû Êzidiyan bûye hêvî, lewma pêwîste Êzidiyên li her qadê bi Nêzîkatiyeke desteka madî û manewî nêzî YBŞ'ê bibin. Ji dema destpêkirina fermanê û vir ve bi lehengî û fedakariyeke mezin li dijî çeteyên DAIŞ'ê li ber xwe daye û berdêlên mezin daye. Ji bo YBŞ bibe xwedî statuyeke fermî, wê hewldan bên kirin.
Civîna me bang li Neteweyên Yekbûyî, Yekîtiya Ewropa, Dewletên Yekbûyî yên Amerîka û saziyên navneteweyî yên pêwendîdar kiriye. Û ji wan xwestiye, ku ji bo ewlebûna mafên civaka me ya Êzidî, xweseriya Şengalê û rêvebirina xwe bi xwe ya Êzidiyan, li ser vê bingehê çareserkirina pirsgirêkên Şengalê bikevin nava hewldanan û bibin garantor.
Civîna me bang li tevahiya civaka Êzidî kiriye, ku nêrînên xwe yên siyasî çi dibe bila bibe, li jorî berjewendiyên partî, malbat û eşîran, civaka me ya Êzidî yekîtî û hevgirtinê esas bigire, li ser vê bingehê li her cihê lê ne bi yekîtî û hevgirtinê tevbigerin.
Herî dawî em bang li civaka xwe ya li çar aliyên cîhanê belav bûye dikin, ku li axa xwe ya pîroz vegere. Em bawer in em ê civakîbûn û yekîtiya xwe, li axa xwe, li cih û warên xwe yê pîroz bi pêş bixînin."