'Ez hestiyên birayên xwe dixwazim'

Îrfet Mutaş xwişka Mehmet Tekdag û Alî Tekdag e ku her du bira salên 1993 û 1994'an hatin windakirin. Mutaş ji ber ku tevlî çalakiya Xizmên Windayan bû û daxwaza dîtina hestiyên birayên xwe kir, doz lê hate vekirin.

Mehmet Tekdag sala 1993'an, Alî Tekdag jî sala 1994'an hatin windakirin. Xwişka wan Îrfet Mutaş ji ber ku tevlî çalakiya Xizmên Windayan bû û daxwaza dîtina hestiyên birayên xwe kir, doz lê hate vekirin. Mutaş nerazîbûn nîşanî dozê de û got, "Ji ber ku ez hestiyên birayên xwe dixwazim dewletê doz li min vekiriye. Heta ku ez negihêjim hestiyê birayên xwe ez dest ji doza xwe bernadim. Ez her hefteyê tevlî çalakiyê dibim û ez li vir im."

'19 CARAN HATE DESTGÎRKIRIN'

Mutaş da zanîn, birayê wê Alî Tekdag sala 1993'an piştî ku hate destgîrkirin, êdî her tim hate şopandin û gelek caran hate destgîrkirin. Mutaş anî ziman, gelek caran polîsan bi ser mala wan de girtin û herî dawî birayê wê bi malbata xwe re koçî Îzmîre kir. Mutaş got, "Piştî demekê birayê min Alî dîsa vegeriya Amedê. Polîsan dîsa birayê min bêzar kirin. Birayê min 19 caran hate destgîrkirin. Her cara ku hate destgîrkirin êşkence lê hate kirin."

'ALÎ LI PÊŞ ÇAVÊN HEVJÎNA XWE HATE WINDAKIRIN'

Mutaş bi bîr xist, birayê wê Alî Tekdag berî 24 salan li Deriyê Çiyê hate destgîrkirin û windakirin. Mutaş anî ziman, birayê wê bavê 7 zarokan bû û wiha qala windakirina birayê xwe kir: "Alî û hevjîna wî Hatîce Tekdag li Deriyê Çiyê gel hev bûn. Alî ji hevjîna xwe re dibêje 'Ez ê heta gavek din bêm' û ji hev qut bûn. Piştî 10 kêliyan Alî li pêş hevjîna xwe derbas dibe û li pey wî kesên nenas hebû. Hevjîna birayê min dibîne ew kes guleyan bera Alî didin. Kesên nenas piştre birayê min girtin û xistin erebeyê û birin. Piştî birayê min hate revandin me serî li hemû sazî û dezgehên dewletê dan, lê agahî jê negirtin."

'EZ HESTIYÊN BIRAYÊ XWE DIXWAZIM’

Mutaş got, berî birayê wê Alî Tekdag birayê wê Mehmet Tekdag jî sala 1993'an de hate windakirin û wiha dewam kir: "Ez jineke 75 salî me. Dewletê du birayên min winda kir. Ez niha tenê hestiyên birayên xwe dixwazim. Ji ber ku ez tevlî çalakiya Xizmên Windayan dibim dewletê doz li min vekiriye. Ez ji doz û xwestekên xwe venagerim. Heta ez hestiyên birayên xwe bibînim ez ê li ber xwe bidim û têkoşînê bidomînim."