Ewladên paqij ên Derya Reş: Kemal Pîr û Hakî Karer

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Serhat qala jiyan û têkoşeriya yek ji kadroyên pêşeng ên PKK'ê Hakî Karer kir, ku 18'ê Gulana 1977'an şehîd bû.

Bi wesîleya meha Gulanê, ji fermandarên HPG'ê Yaşar Serhat qala yek ji pêşengên PKK'ê Hakî Karer kir, ku ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve weke milîtanê ku herî zêde ew fêhm dikir, dihate pênasekirin û 18'ê Gulana 1977'an de şehîd ketibû.

Yaşar Serhat di destpêkê de Mehmet Karasûngûr, Halîl Bîlgîn, Hozan Mizgîn û şehîdên meha Gulanê hemû bi bîr anî û diyar kir ku meha Gulanê meha xurtkirin û serxistina têkoşînê ye.

'EW RUHÊ MIN Ê VEŞARTÎ YE'

Yaşar Serhat diyar kir ku hevrêtiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan a bi Hakî Karer re dîrokî û pîroz bû û wiha axivî:

"Rêber Apo piştî ku ji girtîgehê derket, destpêkê hevalê Hakî Karer û hevalê Kemal Pîr nas kir. Hevrêyên Hakî û Kemal Pîr ji bo Rêber Apo gotin, 'roja destpêkê hat, roja duyemîn bû xwediyê malê'. Di hevrêtiya PKK'ê de nêzîkatiya durust a hevrêyên Hakî û Kemal diyarker bû. Sekna cihê baweriyê ya Rêber Apo, bandoreke mezin li hevrêyên Hakî û Kemal kir. Rêber Apo ji bo hevrê Kemal dibêje, 'Bi Kemal Pîr re nîv saetê axivîm, lê ew heta dawiyê têkoşiya'. Rêber Apo ji bo hevrê Hakî Karer jî dibêje, 'Ew ruhê min ê veşartî ye'.

Ev tê çi wateyê? Yanî hevrê Hakî yek ji wan hevalan e ku fikir û kesayetiya Rêber Apo herî zêde fêhm kir û xiste meriyetê. Hevrêyên ku hevrê Hakî nas kirin, yên ku wê demê dest bi têkoşînê kirin, timî qala pakbûn, fedakarî û kesayetiya wêrek a hevrê Hakî dike. Ew, bi sekna jiyanê, bi hevrêytiya xwe bûn ruhê PKK'ê. Rêber Apo ji bo Hakî Karer û Kemal Pîr dibêje 'Ew du ewladên Derya Reş bûn ku qet nehatin gemarîkirin, ewladên paqij bûn'. Hevrêtiya Rêber Apo û Hakî Karer biratiya gelan temsîl dike."

'MIN DI KESAYETIYA RÊBERTÎ DE SERKETIN DÎT'

Fermandar Yaşar Serhat têkildarî cihê berxwedana zindana Amedê li nava têkoşîna PKK'ê jî bal kişand ser çalakiya çaran a bi pêşengiya Ferhat Kûrtay:

"Di salên 1980'î de beriya ku tevgera PKK'ê bibe xwedî pergalekê, dijmin darbeya 12'ê Îlonê kir. Bi van êrişan re gelek hevrêyên me yên pêşeng hatin girtin. Beriya darbeya 12'e Îlonê bi pêşdîtinên Rêber Apo hin endamên partiyê ewle bûn. Dijmin plan dikir ku li zindana Amedê îradeya kadroyên pêşeng bişikîne û partiya me tasfiye bike. Berxwedana zindana Amedê bi hevrê Mazlûm Dogan bi çalakiya Newrozê dest pê kir. Berxwedana hevalê Mazlûm ji bo berxwedana hevalên li zindana Amedê bû çirûsk.

Heman salê hevrê Ferhat Kûrtay, Necmî Oner, Eşref Anyik û Mahmût Zengîn çalakî li dar xistin. Armanca hevalan ji vê çalakiyê ew bû ku agirê ji aliyê Mazlûm ve hate dadan geş bikin, di salvegera şehadeta hevrê Hakî de bi çalakiya xwe bersivê bidin dijmin. Çalakiya Çaran li zindana amedê bû navê serketina li dijî faşîzm û hovîtiyê. Di çalakiyên berxwedana zindanê de hevrêtiya PKK'ê bi rengekî şênber tê dîtin. Ji hevrê Kemal Pîr dipirsin, 'Tu Tirkeke, di nava têkoşîna PKK'ê de tu çi dibîne?' hevrê Kemal Pîr jî dibêje, 'Ez di kesayetiya Rêbertî de serketinê dibînim, azadiya gelan dibînim'."

'RÊBER APO XWEDÎ LI TÊKOŞÎNA DENÎZAN DERKET'

Ji fermandarên HPG'ê Yaşar Serhat bal kişand ser hewldana sûîqestê ya ku 6'ê Gulana 1996'an li Şamê li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan hate kirin û got, "6'ê Gulanê di heman demê de roja darvekirina Denîz Gezmîş û hevrêyên wî ye. Rêber Apo li ser şopa Denîzan têkoşîna me ya azadiya gelê Kurd û têkoşîna gelan afirand. Dewleta Tirk bi vê hewldana sûîqestê xwest vê peyamê bide: 'Çawa ku tu li ser şopa şoreşgeran meşiya û xwedÎ li vê dozê derket û em xistin nava metirsiyeke mezin, em ê jî te di vê rojê de îmha bikin'. Hêzên navneteweyî dema ku Rêberê me bi komploya 15'ê Sibatê dîl girtin, plan kirin ku 29'ê Hezîranê bikin roja darvekirinê. 29'ê Hezîranê di heman demê de roja darvekirina Şêx Seîd e. Şêx Seîd rêberekî Kurdan bû. Dewleta Tirk van rojên dîrokî bi taybetî hildibijêre. PKK tevgereke dîrokî û civakî ye.

'HÛN NIKARIN ÎRADEYA GELEKÎ TUNE BIKIN'

30'ê Hezîranê jî hevala Zîlan li dijî hewldana sûîqestê ya li dijî Rêber Apo, bedena xwe kir bombe û di dilê dijmin de teqand. Hevala Zîlan peyama 'Hûn nikarin îradeya gelekî tune bikin' da. Hevala Zîlan qet Rêbertî nedîtibû, tevî ku şervaneke ji du salan bû, yek ji wan şervanan bû ku herî zêde Rêber Apo fêhm dikir. Fikrên Rêber Apo di nava milîtanan de rastiyeke bêhempa ya çalakiyê afirand."