‘Ew ê li hatina xwe poşman bibin’

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê yên ku li herêma Bradostê têdikoşin, gotin; “Em ê tola şehîdên xwe hildin.”

Li herêma Bradostê ya girêdayî Başûrê Kurdistanê, bi taybet jî li qada Xakûrkê gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê li dijî êrîşên dagikeriya dewleta Tirk li ber xwe didin û qadê ji dagirkeriyê diparêzin. Gerîlayên Kurdistanê Rêber Botan û Rûbar Hebûn têkildarî vê hewldana dagirkirinê û şerê li qadê ji ajansa me re axivîn.

Gerîlayan di nav axaftina xwe de gotin; “Dibe ku ketibin herêma Bradostê, lê wê derketina wê hêsan nebe. Jixwe her roj çalakiyên mezin li ser wan tên kirin. Ew ê li hatina xwe poşman bibin. Em ê tola şehîdên xwe hildin.”

DIJMIN LI SER KUNA MOZAN RÛNIŞTIYE

Gerîlayan destnîşan kirin ku êrîşên dewleta Tirk hê bêhtir di warê teknîkê de pêş dikeve, giranî daye êrîşên hewayî û baweriya xwe jî bi vê teknîka xwe ve tîne û wiha dewam kirin; “Niha dijmin hatiye herêmên Medyayê, yanî hatiye ser kuna mozan rûniştiye. Bila were li halê eskerên xwe binêre. Dema ku bayek li girekî dixe, qirşikek dilîze, dengek tê, dibêjin ha binêrin heval hatin. Wisa ziravên wan qetiyane. Ji bo ku karibin psîkolojiya van eskeran rehet bikin 24 saetan balafirên keşfê digerînin. Lê belê, ev tevgera hewayî jî ji bo me zêde nabin pirsgirêk. Bi taktîkên cur bi cur ên gerîla ve ev tên derbaskirin.”

Gerîlayan ragihandin ku dewleta Tirk a dagirker li hin giran esker danîne û wisa hiştine û wiha domandin; “Ev esker newêrin xwe berdin jêr. Em jî dixwazin esker xwe ji wan giran berdin jêr. Lê nayên. Bi neçarî dîsa em diçin ser wan.”

WÊ LI KURDISTANÊ SIYA WAN NEMÎNE

Gerîlayan bi bîr xistin ku bi rêka ragihandinê ji bo raya giştî dîmenên çalakiyên gerîla tên weşandin ku rojane derbên mezin li dagirkeran tên xistin û wiha pê de çûn; “Ji bilî van delîlên bi dîmen, eskerên kuştî yên ku nayên dîtin, nayên zelalkirin jî hene. Ew ê çalakiyên me berdewam bikin û berfirehtir jî bibin. Ji bo vê amadekarî û derfetên me hene. Gelê me jî bi me re ye. Mîna şehîd Reşît gotî, em ê ne dijmin, nehêlin siya wan jî li Kurdistanê bimîne. Em li vir şerê xweparastinê pêş dixin. Em qebûl nakin ku ev dijmin wisa erzan erzan xwîna me vexwe. Xwîna Kurdan êdî jehr e ji bo dijmin. Ev gel êdî hişyar bûye û vê jî nîşan dide.”

HEMÛ PLANÊN ERDOGAN LI SER TINEKIRINA KURDAN E

Gerîlayan anîn ziman ku hemû planên Erdogan li ser tinekirina gelê Kurd e, bal kişandin li ser şerê taybet ê dewleta Tirk a dagirker ku 24 saetan dibêjin gerîla nehiştine û wisa domandin; “Eger ku gerîla tine kiribana diviyabû yek jî ji me nemabana. Eger wisa bûya, ma ev çalakî ji hêla kê ve tên lidarxistin? Jixwe ev jî derewek wan a her sal e. Erdogan bi xwe ketiye nav nakokiyek wisa ku gelo wê bikaribe bi ser bikeve yan na, gelo wê karibe li ser piyan bimîne yan na. Vê gumana xwe jî rojane parve dike.”

Gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê wiha dawî li axaftina xwe anîn;

“Hemleya li Herêmên Parastinê yên Medyayê bi navê Şehîd Agirî û Şehîd Pîroz e. Ev hemle jî wê encamên xwe yên mezin hebin. Em ê tola van hevalên xwe yên şehîd li erdê nehêlin. Em rojane bi sedan eskerên wan bikujin jî ew ê têra vê tolhildanê neke. Ji bo xwedîderketin û tolhildana van hevalên şehîd, em ê ranewestin. Ew ê kîn û hêrsa me nesekine, em ê jê sar nebin. Ev jî ji aliyê dewleta Tirk ve tê dîtin. Ji ber ku rojane dibe şahidê vê rewşê.”