'Ew dildara hevaltiyê bû'

"Ji ber her hênaseya ku em didin û distînin em ê minetdarê te û hemû hevrêyên xwe yên pakrewan bin."

Baran hêdî hêdî dibare li ser dilê min,

Behna axê min mest dike û ber bi bedewiya te ve dibe

Ger ku tu baran î ez jî ew axa ku bi barîna te mest dibe

Ger tu dilopek baran î

Ez jî ew xwinava li ser dilê axê me

Baran dibare li ser rûyê erdê

Erd serê xwe radike û rûye xwe ber tavê dibe

Ger ku baran ji bo axê dibe henaseya jiyanê

Tu jî ji bo min dibî henaseya jiyana min heval

Axê hemêza xwe ji barîna baranê re vekiriye

û dilopên baranê dixe di nava dilê xwe de

qeliştên dilê xwe bi dilopên baranê dadigre

em jî dilên xwe bi heskirina we tijî dikin.

Bi rastî jî ew çi bû, rûyê min ked, piştre tevahî bedena min tevizand û derbasê dilê min bû. Nizanim peyvên dilê te bû, an jî dengê te bû. Na na dengê kenê te bû. Ew kenê ku dibû melodiya aramiyê û dil xweşiyê. Ew kenê ku bi xwe re tevahî şevên bêdeng dixist di nava coşekê de. Ma ne çavên te dibûn tîr û kevan û li dilê heyvê dixist. Hevy şerm dikir ji fêrmiskên xwe yên dibarandin li ser rûyê erdê. Erd xeyîdî ji heyvê û berê xwe lê zivirand. Heyvê got; “Berê xwe ji min ne zivirîne ey xaka pîroz, fêrmiskên min in ew tîrên ku li min ketin. Ew fêrmiskên min yên kêfxweşiyê bûn. Ji ber min ronahiyek dîtibû ji min bedewtir. Min çavek dîtibû mirov jê têr nedibû. Bi çav û ronahiya xwe dibû îlham. Ew fêrmiskên îlham û mestbûyînê bûn. Stêrkên asîmanan bi yek dengê û bi yek zimanê bersiv dan heyvê û gotin; “ew Stêrka li ser rûyê erdê bû. Ew şewqa me ya li ser dilê welatê agir bû. Gava em bê şewq diman di asîmanan de me şewqa xwe ji wê Stêrka digirt ku bi jiyana xwe re jiyanê diafirand. Ew rê û rêzanê me yê di welatê bihûştê de bû. Belê tevahî stêrkên asîmanê qîr dikirin bi yek dengê STÊRK…

Ma qey peyvên min yên şermînok wê bikaribe? Ji ber xezîneya bêjeyan gelek qels bûye. Her tişt bi hiskirinê dest pê dikir. Ma ne hiskirine di mirovan de lepitandina jiyanê ava dike. Çavê mirov zimanê dilê mirovan e. Çirûskên ku di nava çav de xwe dide der jî ew pakbûyîna dil dide diyarkirin. Pak bûyînek wiha ye ku bi ruhê xwe li te dide diyar kirin. Min di nava bedewiyeke wiha de ku mirov bedewiya jiyanê û hevaltiyê nas dike û hîs dike, heval Stêrk nas kir. Ji xwe bi yek dîtinê re mirov dikir heyrana xwe. Ew lepitandin bû mirov be rbi cewherê xwe ve dibir.

Ronahî heye tenê xwe ronî dike, lê ronahî heye bi xwe re tevahî der û dorê xwe bi ronahî ya xwe dixemlîne. Ango çav, dil û ruhê mirovan ronî dike. Hevrê Stêrk jî yek ji wan ronahiyan bû ku li hember zilma taritiyê bi ronahiya xwe şer dikir û têdikoşiya.

Hevrê Stêrk cewherê navê xwe bû, cewherek gelek pak û xweşik lê bû. Ji xwe gava mirov çen7 d seat jî pê re bijiya wê bidîta. Li ser ciwanên Kurd bi taybetî jî ger ku mirov Kurd be, ciwan be û ya giring jî jin be şerên taybet, psîkolojî, çandî, nasname, hebûn û li ser cewherê mirovan gelek şer tê kirin. Ango ji bo ku mirov nebe ya xwe û ji cewherê xwe derkeve gelek şêwaz tên meşandin di hêla pergal de. Çawa ku li ser her bajarekî Kurdistanê bi şêwazên cur bi cur êrişên çandinî û ji bo ku ji cewherê xwe derkeve tê meşandin. Yek ji van bajarên Kurdistanê jî Gever e. Heval Stêrk jî ciwaneke ji Geverê bû. Em baş dizanin ku neyar û pergala baviksalarî çi ji ciwanên Geverê dikin. Lê birastî jî gava mirov heval Stêrk didît û pê re dijî weke ew sosinên zozanan û lîlav pak bû. Hem di hêla ruh de, dil de, hest de û hwd. Ya rast hevrê Stêrk xwedî cewhereke rast bû ku tu pergal ne kariye qirêş bike. Gava mirov pê re dijiya, mirov nedizanî dem çawa derbas dibe. Kîn nefret û hêrsa wê ya li hember neyar, dagirkeriyê di asta jor de bû. Bi rastî jî hevrê Stêrk ji hevaltiyê gelek hes dikir û nirx dida hevaltiyê. Ji bo wê nirxê herê giranbiha jî rêhevaltî bû. Ji ber vê yekê tolhilanîna rêhevalên xwe, li erdê nehiştina xwîna rêhevalên xwe ji bo wê soza jiyanê û ya hevaltiyê bû. Ang agirê nava dilê wê de her tim bi awayekê gelek geş pê diket. Tu carî destûr nedida ew agir bitefe. Di her çalakiyê de, di kuştitina her leşkerî de digot, kêm e pêwîste em tola hevalan hêj tujtir bigrin.

Belê tu êş qandî êşa hevrêtiya giran nîne. Lê ger ku mirov rast li êşê bifikire, bi hêza watedayînê re binirxîne tu êş jî weke wê mirovan mezin û binirx jî nake.

Hevrê Stêrk xweşikbûna welatê xwe di ruhê xwe de dijiya, ev xweşikbûn jî li ser rûyê wê xet bi xet xîz dikir. Gava bi wan çavên xwe yên xweşik li mirovan meyze dikir mirov digot gey tevahî çavkaniya çem, rûbar, kaniyên welatê wê di bibîkên çavên wê de diherike ber bi bêdawîbûyînê ve. Çav û birhên wê weke tîr kevanan bû, xwe nava dilê mirovan dixist. Ji ber tu qirêjî li ser bandor ne bûbû ji bo wê tevahî tevgerên wê, nêzîkatiyên wê ya jiyanê gelek xwezayî bû. Ji xwe gava dikeniya tevahî xweza, gerdûn pê re dikeniya û li hember kenê wê diketin nava aramiyê de. Xweza di kenê hevrê Stêrk de bedewbûn û aramiya xwe didît.

Di hevrêtiyê de ked, guhertin, veguhertin, heskirin, avakirin, îrade, têkoşîn, wêrektî, hewildan û astengî çi dibe bila bibe hev mezinkirin û ji nû de hev afirandina heye. Li gor vê rêgez û şêwazê jiyanê, têkoşînê û yê azadiyê pêwîst e mirov ava bike. Belê hevrê Stêrk jî li gor vê ferasetê û rastiyê tevdigeriya. Ji bo vê yekê bû ku di dilê hemû hevalên xwe de cihekê xwe yê gelek hêja ava kiribû. Hevrê Stêrk tu yê her tim di vî cihê xwe yê hêja de cih bigrî û em ê xwe bi vî cihî mezin bikin, bi têkoşîna xwe re. Her henaseyên ku em didin û distînini em ê minetarê te û yê tevahî rêhevalên me yên pakrawan bin.