Ev welat bi xwîna zarokên xwe şîn dibe

Welatekî ku li pêş çavên tevahiya cîhanê tê talankirin; mirovên wê tên kuştin, erdnîgariya wê ya cihê bihuştê tê şewitandin û li hemberî van hemûyan welatê ku bi xwîna zarokên xwe yên berxwedêr şîn dibe: Kurdistan!

Li çiyayên Kurdistanê, li herêma Qilabanê ku şer lê giran e em bi hêzên gerîla tevdigerin. Ji bo naskirina herêma em lê ne, bi berbanga sibehê re em bi rê dikevin. Piştî ku hinekî dimeşin, em bêhnê vedidin. Dema ku li nava daristaneke ku şahidî ji şerê giran re kiriye rûdinêm, vê gotina gerîlayekê dibihîzim: "Ev darên li vir, bi saya bedenên ciwan ên bi xwîna xwe welatê xwe av dane, şîn dibin. Her ku dewleta Tirk a faşîst van darên bedew dişewitîne, ew bi israr şîn dibin. Her ku zarokên welatê min xwîna xwe dirijînin, axa Kurdistanê jî şîn dibe. Axa Kurdistanê ya şîn dibe, nîşaneya dilsoziya bi ewladên ku dildarê wê ne."

'HESABÊ HER ZILMÊ WÊ WERE PIRSÎN'

Ya ku van gotinan tîne ziman, gerîlayeke ciwan e. Navê wê Rojîn e. Rojîn sala 2014'an li navçeya Gever a Colemêrgê tevlî nava refên gerîla bûye. Gerîla Rojîn ku dînamîk û ciwan e, li vê herêmê rêbertiyê ji me re dike. Bi kîn û hêrseke mezin li qereqolên Tirk ên li pêşberî xwe dinere. Dibêje ku ew li hemberî yên zilmê li gel û welatê wan dike gelekî bi hêrs e û wiha dewam dike: "Hesabê her zilmali gelên Kurdistanê kiriye, wê ji wan bê pirsîn."

Dema ku em li vê herêmê digerin, Rojîn bi dengekî nizm ji me re dibêje, "Li vê derê xwe daqûl bikin, ji qereqolan dikarin me bibînin." Em wê dişopînin û li gorî wê tevdigerin. Piştî ku ji vê derê derbas bûn, em li cihekî disekinin û ew jî dûrpîna li stuyê xwe derdixîne û dest bi keşfê dike. Dema ku li qereqolê temaşe dike, vê pirsê dike; "Gelo hûn qet fikirîn, artêşeke ku di her kêliyê de dikare derbê bixwe, wê heta kengî karibe vê axê dagir bike?" Bêdeng dimînim heta kêliyekê. Piştre ez jê dipirsim, "Baş e hûn çi difikirin?"

BIRYARDARIYA KU DIKARE HER TIŞTÎ BIDE PÊŞ ÇAVÊN XWE

Rojîn wiha dibêje: "Li dîroka hemû cîhanê binerin. Ti hêza serdest a faşîst li pêşberî gelên berxwedêr nekarî bi ser bikeve. Hemû yeko yeko têk çûn û li nava rûpelên tarî yên dîrokê cih girtin. Yên ku ew darizandin jî berxwedêr bûn. Em şervanên azadiyê yên Kurdistanê, di vê têkoşînê de bêguman em ê bi ser bikevin. Ji ber ku felsefeya me ya jiyanê, şerê ji bo jiyana azad e. Berxwedana li dijî zilma zalim e. Heta ku ev felsefe hebe, wê ti zalim nikaribe bi ser bikeve. Azadiya Kurdistaniyan nêz e."

Ev gotin ji aliyê keçeke Kurd a şervan ve tên gotin, ku di şerê jiyanê de bi biryar û zelal e. Di şerê şervanên azadiyê yên bi biryar de, em dibînin ku wê ji bo azadiyê her tiştî bidin pêş çavên xwe.

DOLA QETLÎAMÊ...

Ez li çiya, gir û hewalên ku li her yekî ji wan navekî cuda hatiye kirin û çîroka her yekî heye, dinerim. Her ku gerîla Rojîn qalê dike, ez jî ji xwe re dibêjim, 'divê werin nivîsandin'. Divê hemû lehengiyên li ser vê axê rû dane bên nivîsandin. Rojîn ji nişka ve newaleke gelekî dûrî me nîşanî min dide. Dûrbîna li stuyê xwe dide min û dibêje, "Li wê dolê baş binere. Ew der Dola Qetlîamê ye. Hûn dizanin bê çima jê re Dola Qetlîamê tê gotin? Li wê derê mirovên me ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin. Li wê derê 34 mirovên me yên bê guneh, bi rengekî hovane hatin kuştin. Heval ji ber vê yekê ji wê derê re dibêjin Dola Qetlîamê."

Cihê ku Rojîn nîşan dide, dola ku 34 mirovên ji gundê Roboskî yê Qilabanê sala 2011'an ji aliyê balafirên şer ên Tirk ve hatin kuştin e.

Sibeha wê rojê dikeve bîra min. Kêliya ku min ew nûçe bihîst. Ew roja ku mirovahî li pêş çavên tevahiya cîhanê hate parçekrin. Dema ku li wê dolê dinerim, mîna ku wê kêliyê ji nû ve dijîm, vediciniqim.

Dema ku li Dola Qetlîamê dinerim, gerîla Rojîn vê pirsê ji min dike: "We niha fêhm kir bê çima dibêjim, axa Kurdistanê bi xwîna zarokên xwe şîn dibe?"