'Ev têkoşîn têkoşîna me ye, em ê bi ser bikevin'

Parlamentera HDP'ê Oya Ersoy di roja heftemîn a berxwedana Amedê de axivî û got, "Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ye li dijî faşîzmê, ev têkoşîn têkoşîna me ye, em ê bi ser bikevin."

Tevî parlamenterên HDP'êaktîvîstên TJA'yê, endamên DBP'ê, endamên meclîsa şaredariyê û Hevserokê Halkevlerî Nûrî Gunay jî tevlî çalakiyê bûn. Piştî demeke kurt Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Selçûk Mizrakli jî tevlî çalakgeran bû. Mizrakli bi dirûşma "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" hate pêşwazîkirin.

Di vê navberê de dorpêçiya polîsan a li dora avahiya şaredariyê didome. Kolana Elazigê û rêyên derdorê bi bendên polîsên Tirk hatin astengkirin. Her wiha TOMA li hemû rêyan hatin bicihkirin. Kolana Lîse jî ku çalakiya rûniştinê lê pêk tê bi bendên polîsên Tirk hatiye dorpêçkirin.

Saet 13'an piştî ku pankarta bi nivîsa "Dest nede îradeya min" hate hildan daxuyaniyek ji raya giştî re hate ragihandin.

Hevserokê Halkevlerî Nûrî Gunay destpêkê axivî û bal kişand ser çalakiyên protestoyî. Hevserokê Halkevlerî got, "Ev yek îradeya çar aliyên Tirkiyeyê ye."

Nûrî Gunay got, "Ev yek daxwaza demokrasiyê ye, biryara demokrasiyê ye, daxwaza aştiyê ye, îradeya jiyana wekhev e" û destnîşan kir, ya ku darbe lê hatiye kirin ev daxwaz û îrade ye.

Bi domdarî got, "Yên ku ev bêhiqûqî kirine divê zanibin ku wê bi ser nekevin. Nikarin vê yekê ji gelên Tirkiyeyê re îzah bikin. Lewma li çar aliyên Tirkiyeyê êrîş dikin."

Parlamentera Oya Ersoy jî diyar kir ku ev têkoşîn ne tenê têkoşîna li bajarên qeyûm lê hatine tayînkirine û got, "Ev têkoşîn têkoşîna alîgirên demokrasiyê ye."

Ersoy got, "Ev têkoşîn têkoşîna jinane. Di biryara qeyûm de destpêkê êrîş li sîstema me ya hevserokatiyê hate kirin. Jin baş zanin ku qeyûmên beriya niha çi kar kirin. Ji ber vê yekê ev têkoşîn têkoşîna azadî û wekheviyê ya jinan e li dijî siyaseta dijminê jinê, li dijî siyaseta paşverû û serdestiya mêr."

Ersoy destnîşan kir, "Em dixwazin li vî welatî bi rengekî wekhevî, azadî û aştiyane bi hev re bijîn. Em ê têkoşîna xwe ya li dijî vê sîstema qeyûm bidomînin. Ev têkoşîn têkoşîna azadiyê ye li dijî faşîzmê. Ev têkoşîn têkoşîna me hemûyane, em ê bi ser bikevin, gel wê bi ser bikevin."