'Ev şer bi hêza jinê wê biçe serî'

Yek ji Fermandara HPG'ê Şîlan Çelê, ku behsa yek ji fermandara pêşeng a tevgera azadiyê Cahîde Kahraman kirî, got, ''Heval Cahîde bi hêviya azadiyê bi wêrekî şerê dijmin dikir. Ev şer bi hêza jinê wê biçe serî.''

Yek ji Fermanda HPG'ê Şîlan Çelê behsa yek ji fermandara pêşeng a jinan a tevgera azadiyê Cahîde Kahraman kir. Çelê got fermandar Kahraman ku ji Mêrdînê ye û malbata xwe welatparêz e, hem malbatê û hem serhildanê salên 90'î tesîr li ser kiriye û tevlî nav PKK'ê bûye. Çelê wiha got: ''Hevrê Cahîde ji Mêrdînê tevlî nav refên azadiyê dibe. Li Mêrdînê demekê dimîne û peywira wê diçe ser Zagrosan. Min li Zagrosan ew nas kir. Li nav hevalan, li bara hevrêyên xwe pir jidil bû. Bi zekaya xwe ya pratîk pir alîkar bû, di jiyan û şer de bi rolên mezin radibû.

Dema ku artêşa jinê ava bû bi dilgermî pêşwazî lê kir û bi artêşbûna jinê de bi roleke mezin rabû. Bi şêwaza xwe ya îdeolojîk û leşkerî keda xwe lê zêde kir. Artêşbûna jinê ji hemû hevrêyan re bû hêzeke mezin. Heval Cahîde bi baweriya ku arteşbûna jinê ava kirî nêzîkatî li hevalên li refên azadiyê kir, ji xwe re kire armanc ku xwe û hevrêyên xwe perwerde bike. Li dijî vê li bara Rêber Apo her demê xwe deyndar dît. Bi hêviya azadiyê li dijî dijimn bi wêrekî şer dikir. Ev şer bi hêza azadiyê ya jinê wê bi ser bikeve.''

Şîlan Çelê ku dibêje, ''Mirov bi baweriya xwe şoreşê dike, hevrê Cahîde bi vê baweriyê xwe tevî şoreşê kir. Hemû hevalên li nav rêxistinê bi baweriya wê ya li rêxistinê û li xwe zanîbûn'' û herî dawî wiha got: ''Li kûderê fermandarî bikira hemû hevalên li wir ew weke fermandara şer didîtin. Dema ku xebatek dikir bi ser dixist. Bi kedkariya xwe di nav hemû xebatan de cih digirt, her kesî ev helwesta wê ji bo xwe mînak didît. Artêşbûna jinan bi hevrê Cahîde û bi hezaran hevalên jin bû xwedî nirxekî hêja, artêşbûna jinê geş bû.

Paşnavê hevrê Cahîde 'Kahraman' ('Leheng') bû, bi lehengî xwe tevî vî şerî kiribû. Bûbû şevçiraxa sembola berxwedana jinê, li nav eniyên azadiyê. Gotineke Rêbertî heye, dibêje, ''Jinên ku şer dikin azad dibin, ên ku azad dibin xweşik dibin û jinên ku xweşik dibin têne hezkirin''. Hevrê Cahîde rêwiyê heqîqî yê vê gotinê ye. Hevrê Cahîde girêdayî çeka xwe û gotina xwebû, herî dawî bi çek û gotina xwe têkoşîneke mezin da, tevlî nav karwanê azadiyê bû. Di şexsê hevrê Cahîde ne hemû şehîdên azadiyê bi bîr tînim.''