'Ev roj vejîneke nû ye'
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin, li ser wate û girîngiya rojê ji ANF'ê re axivîn.
Gerîlayên HPG û YJA Starê yên li Herêmên Parastinê yên Medyayê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kirin, li ser wate û girîngiya rojê ji ANF'ê re axivîn.
Her sal roja 4’ê Nîsanê, rojbûna Rebêrê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji aliyê sed hezaran kesî, li her deverên cîhanê tê pîroz kirin. Rojbûna birêz Abdullah Ocalan li Herêmên Parastinê yên Medyayê ji aliyê gerîllayên HPG û YJA-Starê ve hat pîroz kirin. Gerîllayên YJA-Starê ji ajansa me ANF’ê re axivîn.
'JI BO JIYANEKE NÛ'
Gulan Serhed: Rojbûna Serokatî di heman demê de rojbûna gelê Kurd e. Ji bo vê em kom bûn. 4’ê Nîsanê ji bo me ne bi tenê wek rojbûneke ji rêzê ye. Rojbûneke vejînê ye. Ji ber vê, ji bo me gelekî girîng e. Wekî sozdayînekê ye. Sozdayîna berxwedan û têkoşînê ye. Ji ber vê jî bi her awayî çiqas erîş li ser çiyayên Kurdistanê û li ser gelê Kurd hebe jî, em her tim dixwazin bi taybetî tecrîda li ser Serokatî were rakirin. Bi her awayî em tevdigerin û em derfetên di destê xwe de jî em dinirxînin.
Em ji vir rojbûna Serokatî, hevalên xwe yên li zindanan têdikoşin, em wan silav dikin. Ji bo jiyaneke nû, ji bo vejîneke nû pêngaveke mezin e. Armanca me ev e em balê bibin erîşên li ser Kurdistanê. Li Rojhilata Navîn em ji bo vejîneke bi rûmet, ji bo vejîneke nû em tevdigerin. Ji bo vê jî di serî de rojbûna Serokatî, em li dayîkên Kurdistanê û li tevahî gelên Kurdistanê pîroz dikin.
'JYANA BI RÛMET, BI VÊ ROJÊ WATEDAR DIBE'
Pelşîn Mûnzûr: Îro 4’ê Nîsanê rojbûna Serokatî ye. Em jî di nav xwe de vê rojê pîroz dikin. Roja tevlîbûyîna me jî, wekî jinên Kurd jidayîkbûyîna me jî 4’ê Nîsanê ye. Dema me PKK nas kir, ev bû zindîbûna nasnameya me. Vê nasnameya me destpêkê jinbûn, Kurdbûn û ciwanbûn bû. Di Rojhilata Navîn de rabûna Serokatî pir watedar e. Rabûna gelê Kurd e ya ku jiyana wê hatiye tepisandin. Ji ber vê jî jiyana bi rûmet, têkoşîna ji bo azadkirina jiyanê, bi vê rojê watedar dibe. Di vê şahiyê de em rojbûna Serokatî, rojbûna gelê Kurd pîroz dikin. 4’ê Nîsanê pîroz be.
'RÊBER APO MAMOSTEYÊ JIYANA ME YE'
Nûjiyan Cûdî: Ez 4’ê Nîsanê li Serokatî, li hemû gelên cîhanê, bi taybetî jî li jinên cîhanê pîroz dikim. Rastiya Serokatî, rastiya gelên bindest e. Bi rastiya Serokatî re gelê Kurd rastiya xwe nas kir. Bi salan xwestin ku jiyana gel biqedînin, lê bi rastiya Serokatî re gel veguherînek û xwenaskirinek jiya.
Em hêvîdar in ku di 4’ê Nîsanê de ya li pêşiya me, em ê bi Rêbêr Apo re, bi hemû Gelê Kurd li qadên azad em ê pîroz bikin. Her der wê ji me re bibe qadên azadiyê. Ew desthilatdarên xwînmij yên ku dixwazin hemû qadan li me qedexe bikin, bi saya Serokatî, bi saya şehîdên qehreman ew ê hemû cih bibin cihê azadiyê, we tu qad tu caran li me qedexe nebin. Em ê li her derê bi azadî bijîn. Cihên ku hatine qedexe kirin jî em ê azad bikin.
Bangewaziya me ji gel re heye ku, bila hemû roj ji me re 4’ê Nîsanê be. Em li xwe xwedî derkevin, xwedî li rastiya Serokatî derkevin, xwedî li rastiya jiyana xwe derkevin. Wekî ku em jî dibînin bi qetlîaman, bi hovîtiyan nikarin me biqedînin û we tu carî jî nikaribin. Newroza îsal bu bersiva hovîtiya dijmin, bi taybetî jî li Bakurê Kurdistanê hovîtiya ku AKP bi MHP’ê re dimeşînin. Ew ê nikaribin bi ser bikevin. Di pêvajoya pêşiya me de wek heta roja îro gel çawa li xwe xwedî derketiye wê dîsa li xwe xwedî derkeve. Çawa di Newrozê de bûn bersiv, we ji vê pêvajoyê re jî bibin bersiv. Careke din em dibêjin bi taybetî gelên bindest bila li xwe xwedî derbikevin.
Azadiya me azadiya Serokatî ye. Bi taybetî jinên Kurd, jinên ciwan gerek li xwe û li vê rojê xwedî derkevin. Careke din em dibêjin, em gelek xwedî şans in ku Rêbêre me Rêbêr Apo ye. Rêber Apo mamosteyê jiyana me ye. Em 4’ê Nîsanê li hemû Kurdan li jinên cîhanê pîroz dikin. Bi taybetî li Rêbêr Apo pîroz dikim, serkeftin ya me ye.
'JIDAYIKBÛNA HEMÛ GELÊN ROJHILATA NAVÎN E'
Zeynep Cûdî: Îro 4’ê Nîsan’ê roja jidayîkbûna Serokatî ye. Roja jidayîkbûna mirovayetiyê ye, ya hemû gelên Rojhilata Navîn e. Em vê roja pîroz di destpekê de li Rêbêr Apo, li mamosteyê mirovayetiyê yê ku mirovatî, jin afirandiye, yê ku rengekî nû daye însan û xwezayê, em destpêkê li wî pîroz dikin. Em hezkirina xwe ji Serokatî re dişînin. Ev roj ji bo me nûbûneke roja vejînê ye. Roja ku em tê de xwe nas dikin, bi taybetî jî wekî jin em xwe tê de nas dikin. Heke ne ev roj bûya, me nedikarî em xwe nas bikin, ev roj nebûya me nedikarî em berê xwe bidin çiyayên azad, ev roj nebûya me nedikarî em bibin lêgerên azadiya Rêber Apo. Tişta ku em kirin lêgerên azadiyê, esil ev roj e. Hebûna mirovayetiyê ye. Mirov dikare bibêje ku Rebertî mirin têk biriye û jiyaneke nû afirandiye. Ji bo me cihê kêfxweşiyê ye, em weke gerîllayên YJA Star û HPG’ê li serê van çiyayan bi hev re pîroz dikin. Lê belê bi qasî kêfxweşiyê, evqasî jî rojeke bi êş e. Ji ber ku Rêbêr Apo dûrî me ye, em nikarin xwe bigihînin wî û bi qasî kêfxweşiyê em ev qas jî xemgîn in. Lê soza me ji Rêber Apo heye ku, di 4’ê Nîsana 2018’an de em ê bi hev re pîroz bikin. Ew ê hemû hewldanên me ji bo vê yekê bin. Em ê têkoşîna xwe bilindtir bikin. Ji ber ku em di pêvajoyeke giran de ne. Niha hevalên me yên li zindanan jî vê rojê pîroz dikin. Hinek hevalên me li girtîgehan di grevên birçîbûnê de ne, em vê rojê li wan jî pîroz dikin. Dayîkên me yên ku êşê dikişînin, em li wan jî pîroz dikin. Em vê roja zindîkirina gerdûnê li hemû gelên Rojhilata Navîn û li hevalên rojnamevan jî pîroz dikin.