BI DÎMEN

‘Ev gel cejnê heq dike’

Endama Komîteya Xebatên Şehîdan Berfîn Roj cejna Newrozê pîroz kir û li ser êrîşa bi ser Şengalê de axivî û got, ‘armanc êrîşan xeta jina azad e.

Berfîn Roj, Endama Komîteya Xebatên Şehîdan cejna Newrozê pîroz kir û li ser êrîşên Şengalê got, ‘’ Di vê maneyê de em van êrîşan ji kûr ve fêm dikin. Ji bo wê jî di serî de jin û dayîkên Şengalê ti carî bi tenê namînin. Bila KDP e jî vê baş bizanibe; çeteyên AKP û MHP’ê bila baş bizanibin ev jin û ev xet zû bi zû bin nekave.’’

Berfîn Roj ji ajansa me re axivî û got:

‘’Ez cejna Newrozê, cejna hebûn, vejîn û berxwedanê li hemû gelê me yê berxwedêr pîroz dikim. Karakterê vê cejnê li hemberî zilmê, neheqiyê berxwedan e, serhildan e. Vî gelî jî ev cejin heq kiriye. Çi kes be, çi jî gelek be; çi li hemberî neheqiyeke piçûk be çi jî mezin ku li hemberî zilmê li ber xwe bide, heq dike ku em cejnê li wan pîroz bikin. Em bi vî rûhî bi vê coşê û vê hêviyê gelên xwe hembêz dikin. ‘’

‘ARMANCÊN ME MEZIN HÊVIYÊN ME BILIND IN’

Xemgîniyeke me jî heye ku di Newroza 2015’an de Rêber Apo peyama wî û tevlîbûneke wî hebû, em bi Rêberê xwe re bûn. Rêber Apo bi peyama xwe, bi kelecan û coşa xwe bi me re bû. Em jî bi wê amadekariyê, bi wê coşê û kelecanê tevlî Newrozê bûbûn. Me bi peyama Serokatî Newroz pîroz kir. Îro ne bi wê şêwazî ye. Xemgîniya wê heye. Lê asta tevlîbûna têkoşîna gelan jî ya li hemberî bê edaletiyê û vê zilmê dide nîşandan ku çi qas rastiya dijmin derdikeve holê û dide nîşandan ew qas asta têkoşînê jî bilind dibe. Her ku diçe Dehaqên hemdem, zalimên hemdem rengên wan zêdetir zelal dibe û derdikeve holê. Di 2017’an de jî em çi dibînin? Dehakên hemdem di şexsê AKP, MHP û heta KDP’ê de rengên xwe didin der. Ew maskeyên didan ber rûyê xwe gel dixapandin her ku çû ket. Em bilindahiya wê têkoşînê û wê coşê jî dibînin û bi moral em tev digerin. Mirov dikare bêje armanca me bilind dike, hêviya me mezin dike. Xemgîniyên me hene, lê ti carî jî coşa me paş ve naçe. Bi vê ve girêdayî bi rastî jî yekî ku bi rûhê Newrozê tev bigere, di dîrokê de û heta roja me ya îro jî ti caran bin neketine. Her ku çûye yekîtî û hêviya gelan daye ava kirin û bi ser jî ketin e. Zalimên di dîrokê de heyî îro jî hene. Bi qasî ku wê rojê sedemên me yê têkoşînê hebûn îro jî hene. Bi rûhê Kawayan dest pê kir û bi rûhê Mazlûman berdewamiya xwe anî bi xeta têkoşîna azadiya jinê her ku çû bilind bû. Di roja me ya îro de jî ber bi zîrweyê ve diçe. Bi Zekiye Alkanan, bi Rehşan Demîrelan, bi Bêrîvan û Ronahiyan re, bi Semayan ve vî rûhî di kêliyên herî zehmet de xwe bi hêz daye meşandin. Ev derketiye holê.

‘LI ŞENGALÊ HEDEF XETA JINA AZAD E’

Di roja me ya îro de çi zilm û zor li ser me heye? Ez vê bêjim, di şexsê jinê û gelê me yê Şengalê de êrîşên ku bi destên Daîşê hatin kirin ji KDP û  AKP’ê ne dûr bûn. Bi êrîşên îro jî ev rastî hê baştir derket holê û zelal bû. Bi wan êrîşan dixwestin çi bikin? Ew êrîş xwedî îfadeyeke çawa bûn? Em pir zelal dizanin ku di şexsê jina Kurd ya Şengalê de di esas de jina Kurd ya ku di çiyayên azad de, di xeta Zîlanan de, Bêrîtanan û Bêrîvanan de berdewam kir; serkeftina wê xetê hezim nekir.

Ew jinên li Şengalê ti carî ne bi tenê ne. Bi tenê jî namînin. Em baş maneya van êrîşan zanin. Di esas de ew êrîş li ser îradeya hemû jinan e. Li hemberî jinê çi zilm û zordarî hene, li hemberî vê berxwedanê ye. Di vê maneyê de em van êrîşan ji kûr ve fêm dikin. Ji bo wê jî di serî de jin û dayîkên Şengalê ti carî bi tenê namînin. Bila KDP e jî vê baş bizanibe; çeteyên AKP û MHP’ê bila baş bizanibin ev jin û ev xet zû bi zû bin nekave.