Ev 3 sal in cenazeyê gerîlayê HPG'e Erkol rehîn digirin

Cenazeyê endama HPG'ê Mercan Erkol ku di 2017'an de li Pasûra Amedê di şer de şehîd bûbû û 3 sal berê testa DNA’yê diyar bû hêj cenaze nadin malbatê.

Komeleya Piştevanî û Alîkariyê Ya Ji Bo Kesên Li Dergûşa Şaristaniyê Xizmên Xwe Winda Kirine (MEBYA -DER) têkildarî cenazeyê endama HPG'ê Mercan Erkol (Bêrîtan Tolhildan) a di 16'ê Mijdara 2017'an de li çoltera navçeya Pasûrê ya Amedê di şer de şehîd bûbû, daxuyanî da. Rêveberên MEBYA-DER'ê li Goristana Yenîkoy a navçeya Rezanê daxuyanî da. Hevserokê MEBYA-DER’ê Şeyhmûs Karadag axivî û diyar kir, perçeyek be jî malbat dixwazin cenazeyê xwe bigirin. Karadag, da zanîn malbata Erkol a ku kuştina keça xwe ji televîzyonê bihîst,  ji bo cenaze bigirin gelek caran hatin Amedê û wiha axivî: “Piştî mirinê malbata Erkol hat Amedê serî li Serdozgeriya Amedê da. Dûre bi pêjirandina Fermandariya Cendermeyan a Bajêr li Nexweşxaneya Fakulteya Tipê ya Zanîngeha Dîcleyê, ji bo testa DNA’yê xwîn dan. Di Tîrmeha 2019’an de Fermandariya Cendermeyan a Bajêr li malbatê geriyan ku werin cenazeyê xwe bigirin. Bav Erkol û esker çûn Goristana Yenîkoyê li goreke sê cenazeyên parçebûyî dîtin.''
Karadag, destnîşan kir, ji ber sê cenazeyên perçekirî di gorekê de bûn eskeran bi fermana dozger cenaze nedan malbata Erkol û wiha berdewam kir: “Dozgeriyê ji malbatê re gotibû ku piştî DNA ya cenazeyan hev girtin dê cenazeyan ji hev cuda bikin û teslîmî malbatê bikin. Lê li gel salek borî jî hêj cenaze teslîmî malbatê nekirine.”
 
Karadag, anî ziman,  malbata Erkol ya ku li Wanê dijî ji bo ku cenazeyê xwe bigirin gelek caran hatine Amedê û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Wergirtina cenaze ji bo malbatê bûye îşkenceyeke sîstematîk. Her malbat xwedî mafê herî rewa û xwezayî ye ku cenazeyê xwe bigirin. 3 sal in cenaze nadin. Ev nenasîna nirxên mirovî ye. Civaka ku ji bo definkirina cenaze rojekê nasekine, 3 sal in li benda wergirtina cenaze ne. Di vê pêvajoya ku teknîk evqas pêşketiye û di nava çend saetan de encama DNA’yê diyar dibe de nedayîna cenaze nayê qebûl kirin. Divê wijdan bi vê yekê biêşin.”
 
Karadag, herî dawî diyar kir ku cenaze yek perçe be jî divê cenaze teslîmî malbatan bikin