Esnafên Wanê ji desthilatdariya AKP-MHP'ê aciz in

Heyeta HDP'ê di çarçoveya serdanên 'Kar û Nan' de li Wanê çû gel esnafan, karker û ajokaran. Esnafan diyar kirin ku desthilatdarî li Wanê cihêkariyê dike û nerazîbûn nîşan dan.

Heyeta Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) di çarçoveya kampanya "Destpêkê Edalet" û xebata "Hevdîtinên Kar û Nan" de di roja duyemîn de ziyaretên esnafên li Wanê dewam kir. Heyeta ku di nav de rêveber û parlamenterên HDP'ê jî hebûn, ji 3 milan de esnaf û nûnerên rêxistinên civakî ziyaret kirin û li daxwaz û pirsgirêkên wan guhdar kir. Di serdanê de Cîgira Hevserokên HDP'ê ya ji Kedê Berpirsyar Şaziye Kose û parlamenterên HDP'ê li navenda bajêr çûn gel esnafan. Ewil esnafên Pasaja Japonê ziyaret kir. Piştre derbasî Pasaja Gel a Mezin bû. Heyetê di serdanan de li esnafan guhdar kir û nîşe girtin. Esnafan bi ziyareta heyeta HDP'ê kêfxweşiya xwe anîn ziman bal kişandin ser hiqûq û demokrasiyê.

Heyeta duyemîn ku Berpirsiyarê Komîsyona Aboriyê ya HDP'ê Garo Paylan, Berpirsiyarê Komîsyona Ekolojiyê Nacî Sonmez, Hevberdevka Komîsyona Ekolojiyê Menekşe Kizildere û wekîla HDP'ê Muazzez Orhan, li navçeya Erdîşê esnaf ziyaret kir. Heyetê li vir Bazara Sewalan û Odeya Esnaf û Ajokaran a Erdîşê ziyaret kir. Wekîlê Serokê Odeya Esnafan Nevzat Çelik anî ziman ku ji ber şewbê hejmara rêwiyan kêm bûye û wiha got: "Ji ber şewba vîrûsê gelek hevalên me yên ajokar mirin. Dîsa ji ber rêwiyên zêde 3 heza û 750 TL cezayê pereyan li ajokaran hat birîn."
 
EM DEYN BI DEYNAN DE DIDIN
 
Rêveberê Odeyê Hamit Ergun jî anî ziman ku 45 salin ajokariya qemyonê dike û wiha got: “4 mehin em kar dikin, lê tu qezenca me tune ye. Lastîkê qemyonê bi 4 hezar TL ye. Em deyn dikin û deynan didin."

Heyetê Odeya Berber û Kahvevanan jî ziyaret kir. Serokê Odeyê Muhittin Aydemîr jî anî ziman ku hezar TL alîkarî têr nake û wiha got: "Desthilatdarî her roj li salonên sporê kongreyan pêk tîne. Çawa dibe ku li wir vîrûs belav nabe û li qehweyê vîrûs belav dibe. Em nikarin kîrayên xwe bidin."

Serokê Odeya Otelvanên Wanê Reşat Yeşîlagaç jî anî ziman ku Sînorê Îranê ji bo wan pir girîng e û wiha got: "Em dixwazin berî her tiştî deriyê sînor bê vekirin. Her roj otel tên girtin. Heta niha 15 otel hatin girtin. Eger wisa bidome wê 15 otelên din bên girtin.

Heyetê herî dawî li navçeya Tuşba Herêma Pîşesaziya Organize (OSB) esnaf ziyaret kir û li pirsgirêkên wan guhdar kir. Di ziyaretan de heyetê nîşe girtin û anî ziman ku wê şopdarê pirsgirêkan bin. Esnafan jî bal kişandin ser pirsgirêkan û xwestin berî her tiştî deriyê sînor bê vekirin.