Esnafên Colemêrgê li benda 24'ê Hezîranê ne

Esnafên Colemêrgê ku ji ber krîza aboriyê û ambargoyê li ber îflasê ne, xwe kar dikin ji bo di 24'ê Hezîranê de hesab ji AKP'ê bipirsin.

Esnafên Colemêrgê dibêjin, AKP wê piştî 24'ê Hezîranê nikaribe careke din bê Colemêrgê.

Ji ber krîza aboriyê ya li Tirkiyeyê û ambargoya aboriyê ku dewlet li ser Kurdistanê ferz dike, esnaf di rewşeke zehmet de ne. Colemêrg li ser sînorê Îran û Başûrê Kurdistanê ye. Tevî ku gelek deriyên xwe yên sînor bi Îran û Başûrê Kurdistanê re hene, bazirganî lê hatiye qedexekirin. Wekî din qedexe ye ku gundî derkevin zozanan. Ji ber qedexeyên aboriyê yên ku dewlet li ser gelê Colemêrgê ferz dike, kar ji esnfan re nemaye. Tevî ku meha Remezanê ye, gelek esnaf bêyî karekî bikin neçar dimînin dikanên xwe bigirin.

BI SEDAN DIKAN HATIN GIRTIN

Di meha Remezanê de jî bi sedan dikan girtî ne. Gelek esnafên ku kredî ji bankayan girtine, jib er ku nekarî kar bikin, ketine ber îcrayê. Esnaf dixwazin ku dewlet destê xwe ji Colemêrgê vekişîne. Esnafên Colemêrgê destnîşan dikin ku hemû çavkaniyên wan ên ser û binê erdê pêşkêşî aliyê rojava yê Tirkiyeyê tên kirin.

WÊ NIKARIBIN CAREKE DIN BÊN

Esnaf işaretê bi bêkariya zêde ya li Colemêrgê dikin û dibêjin, "Piraniya mirovên li Colemêrgê bê kar in. Ji ber ku kar nîne, pere bi mirovan re nîne. Em ê çi bifiroşin kê? Berê me malên xwe bi rêya bazirganiya li ser sînor dianîn, lê êdî ew jî nîne. AKP ji me re dibêje 'ji nêza bimirin'. Em ê di 24'ê Hezîranê de hesabê ambargoya aborî ji AKP'ê bipirsin. Piştî 24'ê Hezîranê wê nema karibin ber bi Colemêrgê ve bên."