Esnafên Cizîrê: Wiha biçe em ê dirabayan bînin xwarê!

Li bara lîreyê Tirk bi zêdebûna bihayê dolarê esnafên Cizîrê gotin wiha bidome wê dirabeyên xwe bînin xwarê.

Bi krîza dîplomatîk a DYA’yê re her kêlî li bara dolaran lîreyê Tirk ji qîmetê dikeve û ti nirxê wê namîne.  Piştî ku DYA’yê got wan biryara pêkirina aborî li ser Tirkiyê daniye 1 dolar çû 5.4 lîreyî û vê pişta esnafan şikannd.

Esnafê Cizîrî Adem Çîlesûn (21) ku kirîn û firotina telefonan dike, got, ‘’Her ku bihayê dolaran zêde dibe êdî mirov naxwazin telefonan bikirin, an telefonên berê tamîr dikin an jî wan bi kar tînin. Lê telefonên destê duyam nema têne ecibandin. Ji ber tirsa ku pergala bayloc lê be, an ketine nav hin sûcan. ‘’ Cîlasûn got ku dolar nekeve rewş baş nabe, xebatkarê wan ji 4 çaran bûne 2’yan.’’

LÎMON KENGÎ BÛ 7 LÎRE?

Kemal Yildizlar (25) beriya bi 3 salan bi 3 hevalên xwe re kafeyek danîn. Yildizlar got, ‘’Wê demê karê me baş bû. Malzeme biha bûn lê niha em li wan rojan digerin.’’ Yildizlar got beriya bi 3 salan lîmon bi 2 lîreyan bûn û niha bi  7 lîreyan û domand, ‘’Havîn e, lê em nikarin lîmonan bikirin û ne jî dikarin tişta ji lîmonan bi kar bînin. Bi vê re jî mişterî kêm dibin.’’

Arîf Temel ku ev 10 sal in nanpêj e got, nanê ku pêşî wî firotiye bi 25 qirûşan bûye, da ber bihayê nan ê niha û got, ew niha nema dikarin ard bikirin, di nav deynan de maye.

‘DOLAR WÊ BIBE 6 LÎRE’

Zekî Gerdeş (34) ku mobîlya difiroşe, got ‘Berê kar hebû, niha kar tine, bêhna her kesî teng bûye’’.

Gerdeş domand, ‘’Em bawer nakin ku dolar bikeve. Heta ku welat wiha be wê bibe 6 lîre jî. ‘’

‘HÎÇ WIHA XIRAB NEBÛBÛ’

Dervîş Abbas ku ev 20 sal in qehweyê dixebitîne got, ‘’Ev 3-4 sal in li Cizîrê kar tine. Hemû ciwanên me bêkar in. Beriya niha kare me baş bû û ciwanên me dixebitîn. Niha hûn dibînin qehweya me vala ye, kes namîne. Sibehan heta êvaran vala ye, mişterî nîn in. Êvarî hin mişterî tên lê tevde nabin 10 mase.’’

 ‘ŞAREDARÎ DI DEST QEYÛM DE NE, EM Ê BIÇIN CEM KÊ?’

Abbas got berê 6-7 kes didan xebitandin lê niha tenê 2 kesan dikarin bidin xebitandin û got, ‘Ji ber ku kar tine û em neçar dimînin ku ji kar derxin. Ji bo vê jî em Cizîrî niha mexdûr in.  Em dixwazin wekîlên me li pişt me bin, jixwe şaredarên me nîn in, em dikarin çi bibêjin.. Beriya bi çend salan çay bi 20-25 lîreyî bû, niha 40 lîre ye. Çaya normal bi 45 lîre ye. Ti pere nakevin dest me û em dixisirin. Tenê ji zivistanê hêvîdar in. Heke zivistanî jî wiha be em ê dirabeyan bînin xwar.’’

‘’JI HER KARÎ 200 LÎREYÎ DIXISIRIM’

Selver Yilmaz ku ev 15 sal in karê xwarinê dike got, ‘’Cenaze, dawet, civînên kargehan, em ji wan re xwarinê dibin. Lê ji rewşa kambax a aboriyê herî pir em para xwe digirin. Ji ber karê me, her tişta ku zem tê ser bandorê li me dike. Bihayê goşt zêde dibe, dema ku em baş nepijînin mişterî kêm dibin.  Xwarineke dawetekê ku bihayê wê 1800 lîre ye, vê qebûl nake û em ji mecbûrî bi 1600’î didin. 200 lîre ji bo me ziyaneke zêde ye. Her berhemek îthal tehma xwarinê diguherîne. Em li tehmên li gorî  deve gel digerin. Nxwe em ê derî quflê bikin û biçin.’’