Esnafên biçûk ên li Wanê ji neçarî dikanên xwe digirin

Li Wanê ku par 400 esnafan dikanên xwe girtin, pirsgirêkên esnafan sala 2021'ê jî dewam dikin. Esnaf dibêjin, eger rewş bi vî rengî dewam bike, wê dikanên xwe bigirin.

Polîtîkaya şer a hikumetê, karesata erdhejê, krîza aboriyê, şewb û vekirina marketên mezin li gelek deverên bajêr, kir ku li Wanê esnafên biçûk bêkar bimînin.

Farûk Bîlgî ku li Wanê bi karê bazirganiyê debara xwe dike, diyar kir ku pirsgirêkên wan roj bi roj mezin bûne. Bîlgî ragihand ku bi krîza aboriyê û pêvajoya şewbê re ku di heman demê de dest pê kir, esnaf bi tenê hatin hiştin û got, "Girtîmayina esnafên me hemû bandoreke neyînî li me dike. Em ketine rewşeke welê ku nikarin kirêya xwe bidin. Ya di bêrîka xwe de jî me sala dawî qedand. Piraniya esnafan wesayit û mala xwe firotin û bi vî rengî hewl didin li ser piyan bimînin. Eger komî ser hev nebe wê esnaf ji neçarî dikanên xwe bigirin. Kes guh nadê, kes dengê me nabihîze. Em nizanin ku çi bikin. Gotin têra vegotina derdê me nake. Girtîhiştina deriyê sînor ê Kapikoyê bandoreke neyînî li esnafên Wanê dike. Divê tavilê tedbîr bên wergirtin û deriyê sînor ê Kapikoyê vekirî bê hiştin."

SUPERMARKETAN ESNAFÊN BIÇÛK QEDAND

Sûat Acar ku dikana xwe ya kantînê heye, anî ziman ku saleke ew nikarin bixebitin û wiha dewam kir: "Piştgiriya ku îdîa dikin didin me, qet têrê nake. Ez ji bo dibistanê kantînê dixebitînim. Xuya ye heta meha Îlonê wê neyê vekirin. Hikumet di vê mijarê de karekî nake. Rewş niha nebaş e. Roj bi roj em dikevin bin deynan. Sibe dikana me bê vekirin jî çend salan em nikarin deynê xwe bidin.

Pêwîstî bi piştgiriyê heye. Divê derfeta krediya bêfaîz bê dayin. Eger piştgirî neyê dayin nebawerim ku li ser piyan bimînin. Esnafên biçûk roj bi roj kêm dibin. Em nikarin bi supermarketan re bikevin pêşbirkê. Em malan bi paket dikirin, ew bi tir'an tînin. Ev jî tê wateya malên hîn bi erzanî."

FAÎZÊN KREDIYÊ GELEKÎ ZÊDE NE

Vahdet Tekîn ku 20 sal in karê restorantê dike dibêje, "Esnaf di rewşeke zehmet de ne. Karê bi paketê bandoreke erênî li me nake. Ez li vir bi 20 personelan dixebitim. Me ji bo krediyê serî lê dan, lê belê ji ber ku faîza wê zêde ye me nekarî werbigirin. Eger bi vî rengî dewam bike, em ê dikana xwe bigirin. Ji sedî 90 ê esnafên li tevahiya Tirkiyeyê di rewşeke zehmet de ne."