ESHÎD çû serdana malbata Şenyaşar

Parêzer Esma Yaşar li ser navê ESHÎD’ê çû serdana malbata Şenyaşar û bal kişand ser bêedaletiyê.

Malbata Şenyar a ku AKP'iyan sê ferdên wan kuştin, çalakiya xwe ya bi daxwaza “edaletê” di roja 70’emîn de didomîne. Li ser navê Komeleya Şopandinê ya Ji bo Mafên Hevpar (ESHÎD) parêzera komeleyê Esma Yaşar ji bo piştevaniyê seredana malbata Şenyaşar kir. Malbata Şenyaşar li pêş Dadgeha Rihayê bi dowîza “Di 14/06/2018’an de li Nexweşxaneya Dewletê ya Pirsûsê komkujiyek hat kirin. Sûcê mirovahiyê hat kirin. Em edaletê dixwazin” Yaşar pêşwazî kirin. 

Yaşar a têkildarî dosyayên dozê û êrişên ku li dijî malbatê hatine kirin ji Ferît Şenyaşar agahî stend û wiha axivî: “Li Tirkiyeyê her ku diçe bê edaletî û bê hiqûqî zêde dibe. Malbata Şenyaşar nîşaneya herî şênber a bê edaletiyê ye. Têkildarî tiştên li nexweşxaneyê hatin jiyîn, 3 sal in biryara nepen heye. Ji bo ku dosya bi awayekî bi bandor bê lêpirsîn divê darizandineke adil pêk were. Ji bo vê jî lêpirsîneke bi bandor lazim e.”