Êrîşên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li ser Rojava didomin

YPG’ê, diyar kir ku êrîşên artêşa Tirk û çeteyên girêdayî wê yên li ser xaka Rojava bê navber dewam dikin.

Navenda Ragihandina YPG’ê di daxuyaniya xwe de ev agahî parve kir:

 “Di dîroka 15.2.2017`an de balafirên keşfê yên bê mirov ên arteşa Tirk li ser gundê Xanê, Susik û Girê Sor ku dikevin rojhilatê Kobanê, geriyan.

Bi awayekî hemwext leşkerên Tirk bi çekên giran êriş birin ser gundê Esafa, Susik û Til Findir ên dikevin rojhilatê Kobanê.

Heman rojê çeteyên di bin fermandariya arteşa Tirk de tevdigerin bi topên obûsan êriş birin ser bajaroka Şêx Îsa ya girêdayî Şehba. Di saetên şevê de jî çeteyan bi tank û doçkayan êrişî gundê Maranez û Eyn Deqnê yên giredayî Efrînê, kirin.

Çeteyan îro bi topên hawan û çekên doçka êrişî gundê Eyn Deqnê, kirin.”