ERGF serdana Leyla Guven kir

Mahmûd Hasan parêzerê Sekreterê Giştî yê Eniya Rizgariya Gel a Filistinê (ERGF) Ahmed Saadet, serdana Leyla Guven kir.

Mahmûd Hasan çû serdana mala Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 170 roj in li dijî tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di greva birçîbûnê de ye. Hasan piştî serdanê daxuyanî da çapemeniyê.

Serdana Hasan piştî serdana endama Polîtburo ya ERGF'ê Leyla Xalid pêk hat. Xalid di serdana xwe de ya hefteya bihurî, silavên Sekreterê Giştî yê ERGF'ê Ahmed Saadet li Guven kiribû.

Hasan di daxuyaniya xwe de ji bo Guven got, "Jineke gelekî xurt e."

Hasan anî ziman, çalakiya greva birçîbûnê ya Guven ji bo aştiyê ye û got, "Yek ji daxwazên bingehîn ên Guven, bidawîbûna tecrîdkirina Ocalan e. Tecrîd yek ji cezayên herî giran e. Nabe ku ti kes bi vî rengî demdirêjî bê tecrîdkirin. Li ti devera dinyayê cezayekî bi vî rengî di qanûnan de nîne."

Hasan diyar kir, ew bawer e ku greva birçîbûnê ya Guven bi ser bikeve û got, "Têkoşîn wê bi ser bikeve û tecrîd wê bi dawî bibe."

Hasan ragihand, niha li Filistinê jî rewşeke mîna li Kurdan tê ferzkirin heye û got, "Li wir jî dadgehên leşkerî yên dewleta Îsraîlê hene. Li wan dadgehan jî welatiyên Filistinê tên girtin û bi tecrîdê tên cezakirin."

400 Filistiniyên li girtîgehên Îsraîlê, ji bo şermezarkirina binpêkirina mafên mirovan destpêka meha Nîsanê ketibûn greva birçîbûnê ya bêdem. Sekreterê Giştî yê ERGF'ê Saadet jî tevlî greva birçîbûnê bûbû.