Eren: Pêwîstiya Kurdan bi yekîtiya neteweyî û statuyê heye

Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Eren destnîşan kir, ku demokratîkbûna Kurdan wê were wateya demokratîkbûna Rojhilata Navîn.

Endamê Komîteya Bawerî û Gelan a KCK'ê Cîhan Eren, ji ANF'ê re qala girîngiya yekîtiya neteweyî ya Kurdan a li dijî Lozanê kir.

'GIRÎNG E KU EM BIBIN XWEDÎ STATU'

Eren diyar kir, ji bo Kurd di sedsala 21'an de xwe bi xwe bi rê ve bibe, girîng e bibe xwedî statu û got, "Di sedsala 20'an de Kurdan ji ber ku tifaq nava xwe de nekirin, parçe bûn. Her kes bû dewlet, lê Kurd nebûn. Her kesî nasnameya xwe bi dest xist, lê Kurdan bi dest nexistin. Ji ber ku nebû xwedî tifaq, Kurd bê statu man. Yanî sedema diyarker a parçebûna Kurdan li Lozanê, nebûna yekîtiya wan bû. Di sedsala 20'an de ji ber ku Kurd nebûn yek, bê statu man, bê nasname, bê ziman man, bi rengekî koçberiyê jiya, komkujî û talan li wan hate kirin. Lê îro Kurd pêşengên demokrasiya li Rojhilata Navîn e. Û dixwaze li Rojhilata Navîn demokrasiyê ava bike. Ji bo demokratîkbûna Rojhilata Navîn, mifteya azadiyê ya civakê demokrasî ye. Pêwîste gel xwe bi mifteya demokrasiyê bi rêxistin bikin; Kurd jî bi rêya komxebat û kongreyan bibin xwedî statu. Ji bo ku Kurd di sedsala 21'ê de bi reng û çanda xwe karibin xwe bi rê ve bibin, bidestxistina statuyê gelekî girîng e. Ji bo vê jî, lazim e zîhniyeta parçetiyê bi xurtî bê guhertin."

'KOMXEBAT RÊ LI BER HÊVIYÊ VEKIR'

Cîhan Eren işaret bi şêwra neteweyî ya li Silêmaniyê kir û got, "Hêzên siyasî yên di nava vê komxebatê de cih girtin, ew hêz in ku guhertinê dixwazin. Kurd ji gelên herî kevn ên Rojhilata Navîn e. Ji ber vê yekê, divê baş were zanîn, ku di sedsala 20'an de Kurdan ji ber çi winda kirin. Di sedsala 20'an de Kurdan ji ber eşîrtiyê, kabîletiyê û taybetmendiyên malbatî winda kirin. Bi taybetî, burokratên Kurd ên li dora desthilatdariya Tirk digeriyan, li şûna ku li berjewendiyên gelê Kurd bifikirin, tenê li xwe fikirîn û daxwazên desthilatdarên Tirk bi cih anîn. Guherîna li Kurdistanê tê wê wateyê ku têkiliya bi dagirkeran re ji nû ve bê nirxandin. Hêzên ku Kurdistan dagir kirine, naxwazin Kurd bibin xwedî statu. Bi taybetî divê burokratên Kurd vê nakokiyê bibînin û şîrove bikin."

Eren destnîşan kir, ku kongreya neteweyî wê ji aliyê leşkerî, siyasî, aborî û dîplomatîk ve yekîtiya Kurdan pêk bîne û bike ku Kurd bibin xwedî statu.

Cîhan Eren anî ziman, ku di vê nuqteyê de pêkhatina komxebata li ser yekîtiya neteweyî ya li Silêmaniyeyê, ji bo yekîtiya neteweyî ya KUrdan rê li ber hêviyê vekir û got, "Divê em weke gel li pêşberî dewletan bibin xwedî statuyeke wekhev. Ev yek wê pirsgireka navxweyî ya Kurdan çareser bike. Wateya Kongreya Yekîtiya Neteweyî ya Kurd a Demokratîk ev e. Em bala xwe bidinê. PDK çima xwe nêzî vê nake? Ji ber ku PDK partiyeke tarîqatî ye. Ya ku di sedsala 20'an de bi me da windakirin, ev bû. Lewma em hêvîdar in, yên di nava PDK'ê de siyasetê dikin, we vê bibînin û li gorî vê tevbigerin."

Di dawiya axaftina xwe de Eren anî ziman, ku demokratîkbûna Kurdan wê were demokratîkbûna Rojhilata Navîn û got, "Ev yek jî dike ku Kurd bibin pêşengê Rojhilata Navîn. Yanî yekîtiya Kurdan em ji aliyê neteweyî, hem ji aliyê dîrokî, hem jî ji aliyê herêmî ve bi roleke gelekî girîng radibe. Wateya dîrokî ya kongreya neteweyî ji bo yekîtiya Kurdan ev e. Beşdarên vê kongreyê, wezîfeya xwe ya xizmeta ji bo gelên Rojhilata Navîn bi cih tînin. Ji ber vê yekê jî ev wezîfe gelekî girîng û pîroz e."