Erebên ji Mêrdînê: Em ê bêjin NA
Di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku wê 'Guhertina Destûra Bingehîn û Sîstema Serokatiyê' ya AKP'ê pêşkêşî dengdanê bê kirin, gelên li Kurdistanê bi biryar in bêjin 'NA'.
Di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku wê 'Guhertina Destûra Bingehîn û Sîstema Serokatiyê' ya AKP'ê pêşkêşî dengdanê bê kirin, gelên li Kurdistanê bi biryar in bêjin 'NA'.
Di referandûma 16'ê Nîsanê de, ku wê 'Guhertina Destûra Bingehîn û Sîstema Serokatiyê' ya AKP'ê pêşkêşî dengdanê bê kirin, gelên li Kurdistanê bi biryar in bêjin 'NA'. Welatiyên Ereb ên li Mêrdînê dijîn dan xuyakirin, ku gelek sedemên wan hene ji bo bêjin 'NA'.
Şêniyên Ereb ên li Mêrdînê, li ser êşên dikişînin û referandûmê ji ANF'ê re axivîn.
AKALP: JI BO DÎKTATORIYA ŞEXSEKÎ NEDOME, EM DIBÊJIN 'NA'
Mahmût Nezîr Akalp diyar kir, ji bo nebe hevparê gunehên AKP'ê û ji bo dîktatoriya 'şexsekî' nedome, ew ê di referandûmê de dengê 'NA' bide û got, "Em welatiyên ku zimanê xwe yê dayikê Erebî ye, di referandûmê de dengê 'NA' li hemberî sîstema serokatiyê bidin. Sedema vê yekê jî ew e; desthilatdariya AKP'ê xwe li mirovên mîna xwe nafikire ranagire û gefê li wan dixwe." Akalp destnîşan kir, ku ji bo siberoja zarok û neviyên xwe, ew ê di referandûmê de bêjin 'NA'.
ÎNAL: BI TOROSÊN SPÎ GEL LI ME HAT XWARIN
Dîlaver Înal jî da xuyakirin, ku desthilatdariya heyî AKP bi polîtîkayên çavtirsandin û gefxwarinê, gelê li herêmê mexdûr kiriye û got, "Desthilatdariya heyî, rojek piştî 7'ê Hezîranê encamên hilbijartinê ne eciband û biryara ji nû ve kirina hilbijartinê da. Di kampanya hilbijartinên 1'ê Mijdarê de bi Torosên spî gef li me hat xwarin... Bi bahaneya xendekan hewl da erdnîgariya me li gorî dilê xwe dîzayn bike." Însal destnîşan kir, ku ne rast e hemû erk radestî şexsekî were kirin û ji ber vê yekê ew dibêjin 'NA'.
Înal bibîr xist, ku ew Serokê Komeleya Erebên Demokrat ên li Mêrdînê ye û hê fêhm nekiriye bê çima komeleya wan hatiye girtin. Înal da xuyakirin, ku ew biryarên bi vî rengî yên bi biryarnameyan tên girtin antî demokratîk dibîne û ji ber vê yekê wê bêje 'NA'.
KARATAŞ: JI BER HILWEŞANDIN, ŞEWITANDIN Û BÊMIROVHIŞTINA BAJARAN EZ DIBÊJIM 'NA'
Mûrat Karataş herî dawî got di referandûmê de ew ê bi biryardar bibêje, ‘na’ û ji bo vê jî pir sedem hene, her wiha diyar kir ku ji bo ‘na’yê ew têkoşînê jî bide û wiha domand: "Ez weke Erebekî Mêrdînê li dijî hişmendiya desthilatdariyê ya ku heta niha li ser têkiliyên feodalî hatiye avakirine ez ê bibêjim, na. Ez li dijî hişmendiya desthilatdar a AKP’ê ku ji hêla zagonî ve destê sermiyadaran xurt dike ez ê bibêjim na. Li ser polîtîkayên tundî û terorê li dijî desteserkirina heq û hiqûqê ez ê bibêjim na.Li dijî şewitandin, kavilkirin û talankirina bajaran ez ê bibêjim na. Bêyî ku mirov ji evdan re bibin evd, ji bo ku mirov bikaribe bi rûmet, nasname, çand û zimanê xwe di naf aştî û aramaniyê de bijî, ji bo siberojeke ku şer, tundî û mirin lê nayên pîrozkirin, ji bo siberoejeke ronak û xawênan, bi awayekî xurt û bawermend ez dibêjim na û em ê bibêjin, na. Ez weke endamek ji civaka Ereb, di vê pêvajoya referandûmê de heta dawiyê ez ê hewl bidim ku eniya ‘na’yê xurt bikim, ‘na’yan birêxistin bikim."