Erdheja Kirmaşanê: Li Kelarê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan

Ji ber erdhejma roja Yekşemê li eyaleta Kirmaşan a Rojhilatê Kurdistanê rû da, li navçeya Kelarê ya bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê 2 kesan jiyana xwe ji dest dan.

Li navçeya Serpolê Zahab a eyaleta Kirmaşanê bi şîdeta 6.4 pileyî erd hejiya. Başûrê Kurdistanê û Bexda jî bi vê erdhejê hesiya. Li navçeya Kelar a Silêmanî 2 kes ji ber erdhejê mirin.

Li gorî daxuyaniya Rêveberiya Polîsan a Germiyanê, 2 kesên piştî erdhejê krîza dil derbas kirin, jiyana xwe ji dest dan. Hate ragihandin, 52 kes jî ji ber erdhejê birîndar bûne.

Li gorî rayedarên herêmî, ji ber erdheja li Serpolê Zahabê zêdeyî 700 kes birîndar bûn. Tê gotin, li Rojhilatê Kurdistanê ji ber erdhejê kesî jiyana xwe ji dest nedane.