Erciyes: Rengê sala 2017'an bi şer diyar bû

Erciyes: Dema ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve sala 2017'an bê nirxandin, wê were dîtin ku şer rengê xwe daye vê salê. Bûyerên ku sala 2017'an qewimîn ji xet û pratîka têkoşînê ya par ne cuda bûn.

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes, bûyerên siyasî û leşkerî yên di nava sala 2017'an de qewimîn û biryardariya xwe ya ji bo sala 2018'an ji ANF'ê re nirxand.

Erciyes da xuyakirin ku sala 2017'an bû saleke şerê giran û got, "Di heman demê de bû salek ku şehîdên me yên leheng ala azadiyê derxistin asta herî bilind. Li ser vê bingehê, di şexsê hevrê Delal Amed, Azê Malazgîrt, Berçem Cîlo, Gulnaz Ege, Jînda Ozgur, Nûjîn Serhat, Hîndîstan Penaber, Arjîn Amed, Çavrê Soran û Têkoşîn Farqîn de hemû şehîdên sala 2017'an û hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr tînim."

SALA 2017'AN BERXWEDANA JINÊ DERKET ASTA HERÎ BILIND

Emîne Erciyes destnîşan kir, cudahiya herî mezin a têkoşîna wan ew e, ku mijarên weke şer û lekeriyê yên aydî mêran tên dîtin, bi tevlîbûna jinan re karakter û wate guherandiye. Erciyes got, "Di be ku di salên destpêkê yên artêşbûna me ya jinê de, weke nêzîkatiya klasîk mêr şer tenê weke karê xwe dîtibe û jin tevî ku li nava şer jî bû baş wate nedaye rewşê. Lê belê rola pêşengiyê û berxwedana hevrêyên jin ên ji Besêyan heta Azîme, Bêrîtan û Zîlanan, kir ku mêr jî pêşengiya jinê fêhm bikin û fermandariya jinê nas bikin. Hevrê Delal jî meşa azadiya jinê di sala 2017'an de gihandin asta herî bilind û bûn temsîla berxwedana jinê ya li asta herî bilind"

Erciyes diyar kir ku di şexsê şehîdên jin ên sala 2017'an de ew dikarin bêjin; êdî jin ji her alî ve bûne pêşeng û fermandarên şer û wiha dewam kir: "Dema ku ji aliyê siyasî û leşkerî ve mirov sala 2017'an binirxînin, dikarin bêjin ku îsal bû saleke ku rêveçûna şer diyar kir. Tevî vê yekê, bûyerên sala 2017'an qewimîn anbe ku ji xet û pratîka têkoşîna sala beriya wê cuda bên nirxandin. Berxwedana xwerêveberiyê ya li Bakurê Kurdistanê ya par asta berxwedanê diyar kir. Çalakiyên gerîla, çalakiyên li ser xeta fedayî û çalakiyên li metropoloan ev temam kirin. Dewleta Tirk ji ber derbên giran ên xwarî, di nava xwe de kete nava krîzê û ev yek bi darbeya 15'ê Tîrmehê şênber bû. Erdogan 15'ê Tîrmehê ji bo faşîzma AKP'ê kir hincet û ji bo xwe bi kar anî. Îsal, Erdogan herî zêde 15'ê Tîrmehê weke amûreke siyasî bi kar anî û li ser vê yekê hewl da neteweperestiyê bi rêxistin bike. Ya ku bi navê neteweperestiya Tirk xwest bi rêxistin bike, ya fanatîzma Erdogan e. Bi tifaqa AKP-MHP'ê re neteweperestî û mêtingeriya ol kir yek û li dijî gelan dest bi şer kir. Ev şer sala 2017'an girantir kir."

Fermandar Emîne Erciyes destnîşan kir ku 15'ê Tîrmehê di rastiyê de hilweşîna artêşa ku li pêşberî gerîla têk çûye.

TÊKOŞÎNA LI BAKUR, DESTKETIYÊN LI HEMÛ PARÇEYAN ZEXIM DIKE

Di dewama axaftina xwe de Erciyes diyar kir ku sala 2017'an hem di çarçoveya Şerê 3. ê Cîhanê de hem jî ji ber faşîzma dewleta Tirk, bû saleke ku deriyên siyasetê li gelan hatin girtin û got, "Ji ber vê yekê bû saleke ku rola parastina rewa diyarker bû. Rengê salê bi şer diyar bû û şer jî li Bakurê Kurdistanê giran bû. Têkoşîna li çiyayên Bakurê Kurdistanê tê dayin, destketiyên li çar parçeyên Kurdistanê zexim dike. Ji ber ku gava destpêkê ya têkoşîna azadiyê çiya ye, gerîla ye. Hebûna gerîla temînata azadiyê ye. Salên berê, dewleta TC bi destê DAÎŞ'ê xwest li Rojava encamê bigire. Lê belê DAÎŞ li pêşberî şoreşa Rojava şikest. Pêngavên sala 2017'an dewam kirin, pêngavên Tebqa, Reqa û Dêa Zorê bûn derbên dawî yên li DAÎŞ'ê hatin xistin. Van pêngavan planên TC ên ji bo hilweşandina şoreşa Rojava ser û bin kirin. Dewleta TC a ku nekarî li Rojava encama dixwest bi dest bixe, vê carê êrîşî gerîla kir. Yanî êrîşî çavkaniya têkoşîna azadiyê kir.

Erciyes anî ziman ku di nava du salên dawî de dijmin di rêbaza şer de teknîk esas girt û got, "Dewleta TC bi rêya teknîkê hewl dide artêşa xwe ya ku vîna wê di şer de şikestiye komî ser hev bike û moral bidê." Erciyes destnîşan kir ku di nava salê de gerîla bi çepergirtin û rêbazên xwe yên çalakiyan, performanseke serketî nîşan dan û teknîka dijmin pûç kir.

HÊZÊN JIN BI RENGEKÎ AKTÎF TEVLÎ PÊVAJOYÊ BÛN

Erciyes da xuyakirin ku sala 2017'an ji bo hêzên gerîla yên jin bûye saleke berfireh û got, "Hêzên me yên jinê bi aktîf tevlî pêvajoyê bûn. Bi çalakiyan bersiv dan êrîşên berfireh ên dijmin. Wekî din, li pêşberî şehadetan dest bi pêngavan kirin û bi xurtkirina çalakiyan hewl dan bersivê bidin xeta têkoşînê ya şehîdên me. Weke YJA Star em bi awayekî aktîf tevlî çalakiyên giştî yên gerîla û pêngavan bûn. Her wiha 98 çalakiyên xweser jî hatin kirin."

SALA 2018'AN

Endama Fermandariya Biryargeha Navendî ya YJA Starê Emîne Erciyes da xuyakirin ku sala 2017'an bû saleke bi bûyer û pêşketinên dîrokî dagirtî û got, "Van rojên dawî yên salê, bûyer û pêşketinên nû li pêşiya me ne. Ev rewş di heman demê de karakterê sala 2018'an nîşan dide. Hêzên navneteweyî di Şerê 3. ê Cîhanê de hê hevsengiya dixwazin pêk neanîne û krîza navbera wan kûr bûye. Bi vî rengî sala 2018'an dest pê dike. Ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve jî, ev rewşa kaotîk a li herêma me, wezîfeyên girîng datînin pêşiya me. Ji me hêvî dike ku em bibin hêviya gelên Rojhilata Navîn û di vî şerî de ji bo gelan destketiyan biafirînin, bi roleke wiha rabin.

Ji aliyê tevgera me ya azadiyê ve sala 2017'an destketiyên girîng hatin bidestxistin. Şênberkirin û parastina van destketiyan, weke wezîfeyeke bingehîn a sala 2018'an li pêşiya me ye. Derbên ku di şexsê gerîla de xwestin li têkoşîna azadiyê ya Kurd bixin, sala 2017'an hatin pûçkirin. Em xwedî îdîa ne ku sala 2018'an têkoşînê bi ser bixînin. Em amadekariyeke taktîkî û rêbazeke bilind a têkoşînê em dest bi sala 2018'an dikin. Ev yek jî bi xwegihandina rêbaa Rêbertî, yanî bi rêbaza serketinê dibe. Rêbertî di nava şert û mercên Îmraliyê de hemû sîstema cîhanê analîz kir û ji bingehê ve hejand. Rê danî ber siyasetê. Rêbaza Rêbertî di nava şert û mercên herî zehmet de xwe gihandina armancê ye. Weke hêzên gerîla û gerîlayên jin ên dilsozê îdeolojiya Rêbertî ne, em ê rêbaza Rêbertî ji xwe re esas bigirin û sala 2018'an ber bi armanca xwe ve bimeşin. Em ê sala 2018'an bikin sala azadiya Rêbertî û gelên me. Ev yek soza me ye ji bo Rêberê me, ji bo şehîdên me û hemû gelên bi hesreta azadiyê ne."