‘Eniya Tirkmen naxwaze Newroz li qelaya Kerkûkê were pîroz kirin’

Li Kerkûkê eniya Tirkmen siyaseta Tirk a dijî gelê Kurd dimeşîne û naxwaze li ser qelaya Kerkûkê Newroz were pîroz kirin û merasîma bibîranîna Raperînê were lidarxistin.

Ji 2003’ê ve raperîna xelkê Kerkûk û Newroz her sal ji aliyê gel û pêkhatiyeên Kerkûkê ve li ser qelaya Kerkûkê tê pîroz kirin. Biryar e ku îsal jî bi boneya Cejna Newro û Raperîn li ser qelaya Kerkûkê agirê Newrozê were pêxistin.

Serokê eniya Tirkmen Erşad Salihî ku weke endamê MÎT a Tirk tê nasîn bi beyannameyekê daxwaz ji waliyê be wekalet yê Kerkûkê Rakan Seîd kiriye ku roja Newrozê qelaya Kerkûkê bide enia Tirkmen ji bo pîrozbahiya hizba xwe lidarbixe.

Endamê meclîsa parêzgeha Kerkûkê Ehmed Eskerî ji ANF’ê re axivî û got; “Eniya Tirkmen her çiqas hewl bide nikare vê pîrozbahiyê têk bibe. Wê agirê Newrozê li ser qelaya Kerkûkê were pêxistin û Erşad Salihî jî nikare pêşiya vê pîrozbahiyê bibe asteng.”

Li aliyê din Hevserokê Tevgera Azadî li Kerkûkê Komel Sermend ji ANF’ê re axivî û got; “Dîrokekî hezaran salan a jiyana hevbeş a qelaya Kerkûkê heye, tenê gelê Kurd li ser qelaya Kerkûkê Newroz pîroz nekriye dibe ku bi beşdarbûna hemû netewe û pêkhateyan Newroz hatiye pîroz kirin. Niha de serokê eniya Tirkmen Erşad Salihî daxwaz ji waliyê Kerkûkê kiriye ku qela Kerkûkê bide wan û pîrozbahiya hizba xwe lidar bike. Li gorî min bi vê daxwazê dixwazin jiyana hevbeş ya pêkhateyên Kerkûkê têk bibin.”

Têkildarî helwesta Tevgera Azadî li beramberî vê daxwazê Komel Sermend wiha got; “Weke tevger em vê daxuyaniyê şermezar dikin. Hêvîdarin ku hemû netew û pêkhate durbin ji van hewldanên têkdayîna hiyana hevbeş  a li bajêr.”