Eniya Ereban: “Rêveberiya niha ya Kerkûkê rêvebirineke diziyê ye

Eniya Yekgirtî ya Erebên Kerkûkê, rêveberiya bajêr weke diz bi nav dike û dibêje: “Hemû kesên diz wê di demên guncav de eşkere bibin.”

Piştî ku serokê Eniya Yekgirtiya Ereb Şêx Wesfî Asî di çend munasebetên cuda de rêveberiya bajarê Kerkûkê û waliyê bajêr Rakan Seîdî weke diz û gendelkar bi nav kirî û her wiha li dijî rêveberiya bajêr û walîtiya Kerkûkê xwepêşandan li dar xistiye, fermana destgîrkirina wî ji aliyê dadgehê ve hatiye dayîn.

Îro li bajarê Kerkûkê li navenda sereke ya Eniya Erebî, kongreyeke rojnamevaniyê hat lidarxistin. Di kongreyê de li ser navê Eniya Erebî Mihemed Reyaşidî daxuyaniya Eniyê xwend û got: “Eniya Yekîtiya Erebî dixwaze ji raya giştî re eşkere bike ku sedemên armanckirina serokê Eniya Yekgirtiya Erebî Şêx Wesfî Asî wiha ne: “Helwesta Şêx Wesfî Asî ya ku di qenalekî ya Iraqî de ji bo agahdarkirina raya giştî diyar kiribû ku binpêkirinên li dijî welatiyên navçeyên Xurmatûya nû, Daqûq û Reşad ya ku ji aliyê 3 kom û aliyan têne kirin dubare dibin. Rastiya wan her 3 kom û alî aşkere ye û giştî dizanin ku ew kî ne ku binpêkirinan dikin. Ew aliyên ku di van binpêkirinên li navçeyê tên kirin de beşdar in, niha jî Şêx Wesfî Asî kirine armanca xwe.”

Her wiha Mihemed Salih Reyaşidî got: “Hişyar dikin ku armanckirina kesayetiyên niştîmanî û eşîran dibine sedema ne aramiya aştiya civakî ya li bajêr ku bêzarî û ne rihetiyê li bajêr çêdike. Em naxwazin rewşa bajêr xirabtir bibe, bi taybetî di vê dema ne xweş ya ku Iraq tê re derbas dibe.”  

Di dawiyê de Mihemed Salih Reyaşidî dibêje: “Em soz didin ku bi armanckirina Eniya Erebî wê nebe astengiyek li pêşiya parastina pêkhateya Ereb û Iraqî bûna bajarê Kerkûkê. Emê destkeftiyên Kerkûkê bi rêya ferzkirina yasayê biparêzin. Li hemberî diz û gendeliyê ya li bajarê Kerkûkê jî vê Eniya Yekgirtiya Erebî xwedî helwest be û emê di demeke guncav de hemû kesên dizî kirine eşkere bikin.”