Eniya boykotê ya li Başûrê Kurdistanê her ku diçe berfireh dibe

Beriya niha li Başûrê Kurdistanê eniyek hate ragihandin û hemû malên Tirkiyê boykot kir. Niha jî rêxistinên ciwanan zêdetir girîngiyê didin wê helwestî û berfirehtir dikin.

Li Başûrê Kurdistanê rêxistinên ciwanan bi çalakiyên cur be cur pêngava boykotkirina malên Tirkiyê ragihandiye û hewl didin berfirehtir bikin. Projeya herî girîng ya Rêxistina Ciwanên Welatparêz û Jinên Ciwan yên Têkoşer a niha boykotkirina malên Tirkiyê ye û ji ciwanên Başûrê Kurdistanê dixwazin ku tevlî wê helwestê bibin û nebine fîşeka ku dewletê Tirk li beramberî zarokên Rojavayê Kurdistanê bikar tîne.

Cêgir yek ji rêveberên wê rêxistinê ye û derbarê xebat û çalakiyên xwe de ji ajansa me re axivî û diyar kir: “Rêxistina me sala 2009’an hatiye damezrandin û xebatên me di çarçoveya hişyarkirin û perwerdekirina ciwanan de ye. Yek ji girîngtirîn xebatê ku me destpêkiriye projeya boykotkirina malên Tirkiyê ye. Piştî êrîşên dewleta Tirk a dagirker me ew projeye xistiye xebatê rêxistina xwe yê sereke.”

Her wiha bi nêrîna Cêgir her malekî Tirkiyê ku li welatê me de tê kirîn, bi pereyê wê li Tirkiyê çekan dikirin û li Rojavayê Kurdistanê li dijî gelê me bikartînin. Dewleta Tirk li ber çavên cîhanê li Rojava çekên fosfor bikar tîne û cîhan jî xwe bêdeng kiriye, divê baş bizanin ku sibe li wê derê li dijî me jî bikar bînin.

Rêvebera Jin ên Ciwan ên Têkoşer Bêrîtan jî derbarê xebat û çalakiyên xwe de ji ANF’ê re axivî û got: “Rêxistina me di sala 2015’an li gel Rêxistina Ciwanên Welatparêz dest bi çalakiyê kiriye. Projeyên me di çarçoveya hişiyarkirina jinan e û bi wê mebestê jî me çend semînar û ciwîn lidarxistine.”

Bêrîtan wiha axavtina xwe domand: “Rêxistina me niha mijûlî projeya boykotkirina malên Tirkî ye û pêwîste wê rastiyê fêhm bikin ku Tirkiye bi her awayî dixwaze çanda me ji holê rake û me jehrxwarî bike. Ji ber wê ji hemû jinan û ciwanên Başûrê Kurdistanê dixwazim ku tenê bi boykotkirina malên Tirkî sînordar nemînin ber ku razî nebin baregehên dewleta Tirk li ser axa Başûrê Kurdistanê bimînin.”