Engîn: Efrîn dewama mîrateya şehîdên xwerêveberiyê ye

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn got, "Çawa ku berxwedana li Kobanê û li Rojava rê li ber berxwedana Mehmet Tûnçan vekir, berxwedana Efrînê jî ku dewama vê yekê yekê ye li cîhanê deng vedaye. Ev yek nîşaneya serketina vê xetê ye."

Salên 2015-2016'an di serî de Cizîr, Sûr, Nisêbîn û Şirnexê li gelek herêmên Bakurê Kurdistanê gelê Kurd xwerêveberî ragihand û got, ew ê xwe bi rê ve bibe û pêwîstiya wan bi dewletê nîne.

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn, ruhê ku bi berxwedana xwerêveberiyê li Kurdistanê derket holê, bandora vê berxwedanê û Berxwedana Serdemê ya Modernîteya Demokratîk a li Efrînê nirxand.

Destpêkê di şexsê şehîdên berxwedana xwerêveberiyê; Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, Mehmet Yavûzel, Sêvê, Demîr, Fatma, Zeryan, Çiyager û Nûcan de, di şexsê Avesta Xabûr û Barîn Kobanê de yên li Efrînê şehîd bûn, hemû şehîdên şoreşê bi rêzdarî bi bîr anî.

Engîn bi bîr anî ku salvegera şehadeta Mehmet Tûnç û salvegera 19'an a komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê û komploya navneteweyî bi tundî şermezar kir.

ERDOGAN ÇETEYÊN DAÎŞ'Ê BI RÊXISTIN KIR Û BI WAN ÊRÎŞÎ KURDISTANÊ KIR

Bi dewamî bal kişand ser êrîşên rejîma Erdogan ên li ser berxwedana xwerêveberiyê û got, "Ji bilî artêşa Tirk, li Cizîr, Silopiya, Sûrê şopa DAÎŞ'ê zêdetir hebû. Wekî din şopa SADAT'ê û ocaxên Osmanî gelekî hebû. Ji wê wextê ve bi rêya van komên çete êrîşên giran li gelê Kurd hate kirin. Lewma mirov dikarin bêjin ku ev êrîş û êrîşên DAÎŞ'ê yên li Şengalê û Kobanê paralelî hev bûn. Yê ku DAÎŞ ava kir û bi rêxistin kir Erdogan bû. Lîderê DAÎŞ'ê Erdogan bû. Li çar parçeyên Kurdistanê û gelek cihên din bi lîderê DAÎŞ'ê Erdogan êrîş hate kirin. Bi têkbirina DAÎŞ'ê re mirov dibîne ku Erdogan îro êrîşî Efrînê dike. Berdêla berxwedana xwerêveberiyê giran bû, lê belê berxwedaneke bi lehengî bû."

Rotînda Engîn got, berxwedana sala 2016'an a gelê Kurd yek ji berxwedanên herî mezin bû û destnîşan kir ku ev xeta berxwedanê bi rengekî bê navber û bi heybet hê jî didome.

Bi gotina, "Weke dewama xeta berxwedanê ya Mehmet Tûnç, Asya Yuksel, fermandar Çiyager, Nûcan û Zeryan, îro li Efrînê berxwedaneke bi heybet heye, destan tê nivîsandin" Rotînda Engîn işaret bi bandora berxwedana xwerêveberiyê kir.

BERXWEDANA SERDEMÊ YA MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK E

Endama Konseya Rêveber a KCK'ê Rotînda Engîn got, wateyeke din a berxwedana xwerêveberiyê ji bo Bakurê Kurdistanê bicihhatina xeta Rêberê Gelê Kurd Kurd Abdullah Ocalan e û wiha pê de çû: "Ev xet êdî ketiye meriyetê û reh berdaye. Gelê Kurd nîşan daye ku dixwaze bi gelên Rojhilata Navîn re bi rengekî azad, wekhev û demokratîk bijî. Mebesta min ev e: Rêber Apo gotibû 'dema serdema modernîteya demokratîk, dema gelan hatiye. Berxwedana xwerêveberiyê li Şengalê, Kobanê, Cizîrê, Şirnexê, Efrînê mizgîniya serdema modernîteya demokratîk dide gelan. Em mizgîniya serdemeke nû didin tevahiya cîhanê'. Çima îro li Rojhilata Navîn gelên Kurd, Ermenî, Asûrî-Suryanî, Tirk, Çerkez û Keldanî xwedî li vê yekê derdikeve? Ev nêzîkatî, di serdema modernîteya demokratîk de xwedîderketina li sîstema konfederal a demokratîk e."

Engîn navê "berxwedana serdema modernîteya demokratîk' li vê berxwedanê kir û got, "Çawa ku Mehmet Tûnç li Cizîrê mizgîniya vê berxwedanê da, çaw aku Asya Yuksel mizgîniya vê da, îro li Efrînê gelê me mizgîniya serdema modernîteya demokratîk dide tevahiya cîhanê."

'PARADÎGMAYA RÊBERÊ ME LI GELEMPERIYA CÎHANÊ DENG VEDA'

Engîn işaret bi şopa Hûriyan û Mîtaniyan a li Efrînê kir û got, "Efrîn bexçeyekî bihuştê ye, danheviyeke dîrokê ye. Li vî diyarê pêxemberên Hûriyan, li vî bexçeyê bihuştê yê ji berxwedana bi heybeta jinên Hûrî, piştî bi hezaran salî jinên Hûrî bûne Avesta û Barîn û bi mîrateya xurt a dîrokî bi heybetî li ber xwe didin."

Rotînda Engîn anî ziman ku ev diyarê bihuştê û destanan, divê teqez bi ser bikeve û got, "Bi gotina hevalê Çiyager, encama berxwedana Efrînê wê bi heybet be. Xeta neteweya demokratîk a Rêberê me deng vedaye. Çawa ku berxwedana li Şengalê rê li ber Kobanê vekir, çawa ku Kobanê li tevahiya Rojava deng veda, çawa ku berxwedana li Kobanê ya li Rojava rê li ber berxwedana Mehmet Tûnçan, berxwedana Cizîr, Silopiya, Sûr û Nisêbînê vekir, berxwedana li Efrînê jî li gelemperiya cîhanê deng vedide. Ev yek nîşan dide ku ev xet ji niha ve bi ser ketiye."