Engîn: Bila kes li ser xwîna gel û şehîdan hesabê şaş neke

Engîn destnîşan kir ku kesên di nava dagirkirina Efrînê de cih girtine wê hesabê vê bi giranî bidin û got, "Em destûrê nadin ku kes li ser xwîna gel û şehîdan jiyana xwe bidomînin."

Endamê Komîteya Navendî ya PKK Qasim Engîn ji Radyoya Dengê Welat re axivî. Engîn got,  "Tevî hemû êrîş û zextan gelê me 4'ê Nîsanê bi şahî û govendê pêşwazî kir. Bersiva vê di rastiya Rêber Apo û dîroka gelê me de veşartî ye. Demeke dirêj e gelê me di bin qirkirinekê mezin de ye. Li hemberî vê qirkirinê têkoşîneke bê hempa ya Rêber Apo heye. Ev têkoşîna ku Rêber Apo daye ne tenê têkoşîna xilasiya gelê Kurd e, têkoşîna hebûna gelekî ye. Ji ber wê gelê me roja 4'ê Nîsanê ji bo xwe weke roja vejîn û welidandinê dibîne û pêşwazî dike."

TIFAQA RÛSYA-ÎRAN-TIRKIYE DEMKÎ YE

Engîn ji bo civîna bilind a Rûsya-Îran-Tirkiyeyê diyar kir ku di navbera van hêr sê hêzan de ne gengaz e tifaqeke stratejîk, demdirêj pêk were û wiha dewam kir: "Bi taybet ji bo Îranê ev zêdetir wisa ye. Îran niha li ser esasê dijîtiya Kudan li kêleka Tirkan e, lê ev hevparî wê têrê neke ku li herêmê ev herdu hêz demeke dirêj bi hev re siyasetê bikin. Nakokî her diçin zêdetir û kurtir dibin. Ji xwe xisleta siyasî ya serdemê jî ji bo tifaqeke wiha re ne guncaw e. Rûs jî vê rastiyê baş dizanin. Her du alî jî dixwazin Tirkan ji bo berjewendiyên xwe bikarbînin. Lê ev jî heya cihekî gengaz e. Erdogan jî dixwaze ji bo hundir heman peyamê bide."

LI DIJÎ FAŞÎZMÊ, YEKÎTIYA GELÊ KURD Û BINDESTAN DIVÊ

Engîn balê kişand li ser êrîşkariya faşîzma dewleta Tirk a li ser Elewiyan, saziyên cuda yên rêxistinî yên li Tirkiyeyê û wiha pê de çû, "Rejîma Tirkiyeyê rejîmeke faşîst e. Wê êrîşî hemû rêxistinên civakî bike. Li hemberî faşîzmê bê helwest mayîn wê bibe şaşîtiyeke dîrokî. Binêrin êrîşî Efrînê kirin, qaşo dostê wan ê herî baş bû Rêveberiya Başûr, lê êrîşê wan kirin. Niha bi eşkere êrîşî Elewiyan dikin. Heya li hemberî vê êrîşkariyê têkoşîneke xurt neyê dayîn wê rewşa heyî dewam bike. Faşîzm niha bi afirandina yekîtiya faşizmê tê kirin. Lazim e li dijî vê faşizmê, yekîtiya bindestan, yekîtiya gelê Kurd û gelan bê xurtkirin."

FERMANA RÊBER APO

Engîn di dewama axaftina xwe de anî ziman ku dagirkeriyê biryara qirkirina gelê Kurd daye û got, "Dewleta faşîst a qirker Tirkiye jî, pêşengtiya vê dike. Li hemberî vê qirkeriyê gelê me têkoşîneke bê eman dide. Lê pêwîst e ev têkoşîn berfirehtir bibe." Engîn da zanîn ku li hemberî dagirkeriyê ji her demê zêdetir çarenûsa wan di destê wan de ye û got, "Ji ber vê li hemberî hemû gefan pêwîst e gelê Kurd li gorî rastiya gelê şerker xwe amade bike. Me di berxwedana serdemê de li Efrînê jî dît ku dema heyî vê emir dike. Di heman wextê de ev ji bo me fermana Rêber Apo ye."

WÊ HESABÊ VÊ GIRAN BE

Engîn herî dawî li ser planên qirêj ên li ser Efrînê hişyarî da û wiha got, "Yên di nava dagirkirina Efrînê de cihê xwe digirin pêwîst e bizanin ku wê hesabê vê giran bibe. Bila hemû kes hesabê xwe li gorî vê bike. Em destûr nadin li ser xwîna gel û şehîdan hin kes xwe bidin jiyîn. Bila baş bê zanîn ku berxwedan wê gurtir bibe û wê kulma destpêkê li xayînan bikeve."