Endamê MYK’ê yê HDP’ê Mîmkara û 4 kesên pêre hatin girtin

Endamê Meclîsa Ciwanan û MYK’ê ya HDP’ê Çerko Kîmkara û 4 kesên pêre, piştî destgîrkirina 12 rojan û şûnde ji aliyê edliyeya Rihayê ve hatin girtin.

Di 29’ê Adarê de li Navçeya Siwêregê ya Rihayê di serdegirtina malan de Endamê Desteya Rêveberiya Navenda (MYK) HDP’ê û Endamê Meclîsa Ciwanên HDP’ê Çerko Mîmkara û yên li gel wî Xebat Mîmkara, Tevbûn Mîmkara, Şehrîban Mîmkara, Ilyas Korkmaz, Levent Korkmaz, Cemîl Bazer, Halîl Delen û Ayşe Guler hatibûn binçavkirin. Binçavkiriyan piştî 12 rojan derxistin Dadgeha Rihayê.

Dozger îfadeya her 9 kesan girt û bi îdayên “Endamên rêxistinê ne”, “Beşdarî çalakî û xebatên rêxistinê bûne” û “Propaganda rêxistinê kirine” xwest bên girtin û sewqî dadgehê kir.

Tevbûn Mîmkara, Şehrîban Mîmkara, Ayşe Guler û Halîl Delen bi şertê kontrola edlî hatin berdan. Çerko Mîmkara, Xebat Mîmkara, Ilyas Korkmaz, Levent Korkmaz û Cemîl Bazer bi heman hêcetan hatin girtin û şandin girtîgehê.