Endamê Koma Aştiyê Tûrgût hate destgîrkirin

Endamê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût li Êlihê hate destgîrkirin.

Endamê Meclîsa Partiyê ya HDP'ê û endamê Koma Aştiyê Nûrettîn Tûrgût, doh li Êlihê hate destgîrkirin.

Tûrgût birin Midûriyeta Emniyeta Tirk a li Amedê.

Tûrgût ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tevlî çalakiya greva birçîbûnê ya 2 rojan bûbû.