Endamê KNK’ê Qadir: Gerîla li dijî dagirkeran şer dike, divê civak jî tê bikoşe

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê Xalid Qadir bal kişand ser berxwedana gerîla ya li dijî êrîşên dagirkeriyê û got: “Gerîla bi ruhekî fedayî li dijî dagirkeriya Tirk şer dike, lê tenê ev ne bes e; divê civak jî tê bikoşe.”

Endamê Kongreya Netewî ya Kurdistanê (KNK) Xalid Qadir têkildarî êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser Herêmê Başûrê Kurdistanê û qadên gerîla axivî û bal kişand ser berxwedana gerîla ya bi ruhê fedayî ya parastina xak û niştima Kurdistanê.

Qadir diyar kir ku dewleta Tirk di rêza yekem de dijminê gelê Kurd e, dixwaze hemû destkeftiyên gelê Kurd li her cihî tine bike û got: “Tirkiye ne tenê dijminê siyaseta partiyekê ye, dijminê hemû Kurdan e.”

‘DIXWAZE LI CIHÊN STRATEJÎK ÊN KURDISTANÊ JI HEV PARÇE DIKE AVA BIKIN’

Qadir qala metirsî û xeteriyên êrîşên dagirkeriya Tirk a li ser xaka Başûrê Kurdistanê jî kir û wiha pêde çû: “Êrîşên vê carê yên Tirkiye li gorî êrîşên din metirsiyên mezintir bi xwe re tîne, berê jî êrîş hatine kirin, lê êrîşa niha êrîşekî metirsiya wê mezintir û girantir e. Ji ber ku Tirkiye dixwaze navendên nû yên leşkerî li deverên stratejîk dane ku dikeve navbera parçeyên din ên Kurdistanê. Hewl dide têkoşîna gelê Kurd têk bibe, bixe di bin dagirkeriya xwe de. Ji bo wê ye ku gelê Kurd divê li gorî vê rastiyê li dijî dijmin bibe xwedî helwest.”

Qadir bal kişand ser berxwedana gerîlayên Tevgera Azadiya Kurdistanê û wiha domand: “Rast e, niha gerîla li dijî dagirkeriyê şer dike û planên Tirkiye têk dibe; ji bo wê ye ku teqez serketin ya gelê Kurd ê azadxwaz û gerîla ye. Lê divê di van qonaxan de xebatên baştir di nava civakê de bê kirin, sazî û partiyên siyasî li dijî metirsiyên dewleta Tirk bibin xwedî helwest û rabin ser xwe.”

‘DIVÊ CIVAK LI HEMBER DAGIRKERIYÊ HIŞYAR BIN’

Endamê KNK’ê Xalid Qadir destnîşan kir ku divê di nava civakê de kar bê kirin ku gel li dijî êrîşên dagirkeriyê hişyar bin û got: “Ji bo bikarin bendeke ya bergiriyê li dijî dagirkeriyê bên avakirin, tenê gerîla li ber xwe nede. Divê gel jî tevlî vê berxwedanê bibe, li hember dagirkeriyê rayeke giştî bê avakirin. Ji ber ku dijim hewl dide hemû rûmet û destkeftiyên Kurdan ji nav bibe û tine bike.

Dewleta Tirk hewl dide bi van operasyonan nakokiyan bixe nava mala Kurdî. Di salên borî de kar li ser wê dikir ku şerê navxwe li nava Kurdan derbixe. Bi hewldanên Kongreya Netewî ya Kurdistanê pêşî li vê hate girtin.”

‘ÇARESERÎ NÊZÎKBÛNA HEV A PARTIYÊN SIYASÎ YE’

Li ser mijara hinek aliyan ku dibêjin; ‘Tirkiye tenê dijminê PKK’ê ye ne dijminê gelê Kurd e’ Qadir ev got: “Gel bawerî bi van gotinan naîne. Dengê gel ê li kolanan diyar e. Vîn û dengê gelê me li dijî dagirkeriyê ye. Mixabin hinek li aliyên siyasî li vê qonaxê de nînin. Divê di vê qonaxê de helwest û daxwazên partiyên siyasî yek be. Ji ber ku êrîşên dewleta Tirk tenê li ser partiyeke siyasî nîne. Planên Tirkiye planeke stratejî ye ku ji bo dagirkirina hemû Kurdistanê ye. Dewleta Tirk di rêza yekem de dijminê gelê Kurd e. Di rewşa niha de yekane çareserî divê partî û hîzbên siyasî li ser bingehê netewî û nîştimanî nêzîkbûna yek in, bê cêwazî di vê qonaxa metirsîdar de li hev bişêwirin.”

‘DAGIRKERÎ NE TENÊ BI LEŞKERÎ, BI ÇANDÎ Û ERDNÎGARÎ YE’

Endamê KNK’ê Xalid Qadir anî ziman ku di vê qonaxê de nîşandan ku dagirkeriya Tirkiye li ser tenê partiyeke siyasî ya Kurd e, dikeve xizmeeta dagirkeran û wiha bilêv kir: “Tirkiye dijminê hemû gelê Kurd e, ji bo wê divê di dayîna daxuyaniyan de baldar bin. Ji ber ku Tirkiye li serê çiyan tenê baregehên leşkerî yên dagirkeriyê avan nake, di waêr çandî û erdnîgarî de jî Kurdistanê dagir dike. Wezîrê Parastinê yê Tirk diyar kir ku wê li Zap, Metîna û Avaşîn navendên leşkerî ava bike, li kîjan cihî ev bên avakirin, Tirkiye dernakeve; dagir dike. Bi vekîrî li pey proseya Mîsaqî Mîllî ye. Kurdistan weke erdnîgariya xwe dizanin û dixwaze dagir bike.”