Encu: Leşkerên Tirk niha jî hêstirên me qetil dikin

Kadrî Encu ku di komkujiya Roboskî de kekê wî hate qetilkirin, anî ziman ku vê carê hêstirên wan ji aliyê leşkerên Tirk ve tên qetilkirin.

Ji dema ku cografya Kurdistanê parçe bû û vir ve jiyan li Kurdên li herêmên sînor gelekî giran bû. Bi taybetî ji ber têkiliyên xizmî û bazirganiyê, Kurdên li çar parçeyên Kurdistanê neçar dimînin ku bi rêyên "qaçax" jiyana xwe bixin metirsiyê. Li gundê Roboskî yê navçeya Qilabanê ya Şirnexê jî ev rewş nêzî sed sal in dewam dike. Piştî komkujiya Roboskî ku di 28'ê Kanûna 2011'an de hate kirin 'bazirganiya li ser sînor' ji nû ve ketibû rojevê.

Piştî komkujiya Roboskî bi sedan hêstirên gundiyan jî hatin qetilkirin. Kadrî Encu ku di komkujiya Roboskî de kekê wî jiyana xwe ji dest da, anî ziman ku hêstirên wan ji aliyê dewleta Tirk ve hatin qetilkirin. Encu ragihand ku 'bazirganiya li ser sînor' pîşeyeke ku ji kalê wan ji wan re maye û got, "Me xwest mala xwe ava bikin û ji aliyê madî ve em di demeke zehmet de bûn. Ji ber vê yekê diviyabû em biçûna sînor. Tevî ku me zanîbûn wê hêstirên me bikujin, yan jî me bigirin em çûn sînor. Rojekê bi çar hêstiran em çûn sînor. Dema ku em bi hêstiran dimeşiyan dengê çekan hatin me. Me dîtin ku hêstirekî me kuştine."

Encu diyar kir ku leşkeran piştî berdana fîşekên hewayî li hêstirên wan xistin û got, "Piştî ku hêstirekî me kuştin, min destên xwe bilind kir û hewl da hêstirên mayî biparêzim. Çend deqeyan li wir bi wî rengî sekinîm. Ji ber ku inat kiribûn ku hêstirên min bikujin. Me firsendek dît û piştre tevî hêstirên xwe reviyan.

Rojeke din vê carê hêstirê hevalekî min kuştin  û piştî ku em gihîştin malê me fêhm kir. Ji ber ku bi şev bû em pê nehesiya bûn."