Encamnameya Kongreya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê

Encamnameya Kongreya 2'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê hate ragihandin. Di encamnameyê de xalên ku di dema nû de ew ê li ser hûr bibin hatin destnîşankirin.

Encamnameya Kongreya 2'yan a Meclîsa Ciwanan a HDP'ê ya 25'ê Mijdarê hate ragihandin.

Di encamnameyê de hate gotin, "Di serî de Rêzdar Abdullah Ocalan, demildest azadiya hemû girtiyên siyasî ji bo aştiyeke mayinde hewcehiyek e."

'JI BO AŞTIYA MAYINDE TECRÎD DIVÊ RABE'

Di encamnameya Meclîsa Ciwanan a HDP'ê de, greva briçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û grevên birçîbûnê yên li zindanên Kurdistanê û Tirkiyê, yên li Tirkiyê, Kurdistanê, Ewropa û Rojhilata Navîn hate silavkirin û hate gotin, "Em Meclîsa Ciwanan a HDP'ê berxwedana grevên birçîbûnê yên Leyla Guven û li hemû zindana silav dikin. Em Meclîsa Ciwanan son dixwin ku li kuçeyan, li zanîngehan vê berxwedanê geş bikin. Em ê bibin şopdarê berxwedanê ya bi dirûşma 'Tecrîdê bişkîne, faşîzma parçe bike' ya ku li bajarên Kurdistanê û Tirkiyê hatiye destpêkirin."

RÊXISTINIYA BI MECLÎSÊN CIWANAN WÊ WERE GEŞKIRIN

Bi berdewamî hate gotin, divê rêxistinî bi modêla Meclîsên Ciwanan were geşkirin, Meclîsên Ciwanan wê yekîtiya xwe rêxistinî geş bike û li zanîngehan bide ber xwe têkoşîna ciwanan a xwendekaran geş bike, wê zanîngehên bi zimanê dayikê, bê pere, demokratîk, akademîk û pergala perwerdehiya zanistî biparêze û zanîngehên alternatîf ava bike. Hate gotin, "Meclisên Ciwanan ên HDP'ê li hemû deverên ku ciwan hene wê siyasetê bike û qenalên siyasetê zêde bike."

Bi berdewamî hate gotin tevgera ciwanan a Kurdistanê û Tirkiyê ji têkoşîna ciwanan a 68'an heta bi Gezî û Kobanê xwedî hîmên dîrokî û rojane ye, têkoşîna yekbûyî ya demokrasî, wekhevî û azadiyê ye û wê siyaseta ciwanên şoreşger a li gorî pêdiviyên demê were rêxistin, bêhêvitiyê ji holê rake û wê baweriya bi guherîna civakî geş bike.

'JI GEZIYÊ HETA BI CIZÎRÊ LÊGERA LI JIYANA NÛ'

Her wiha hate gotin, li Kurdistanê û Tirkiyê ciwan ji Geziyê heta bi Cizîrê kirdeyên jiyana nû ne, ya berê red dikin û hewl didin ya nû bibînin û ava bikin û Meclîsên Ciwanan ên HDP'ê li Kurdistanê û Tirkiyê wê bi wê berpirsyariyê rabe ku berdevkiya siyaseta jiyana nû bike.

ŞOREŞA ROJAVA HATE SILAVKIRIN

Meclîsa Ciwanan a HDP'ê Şoreşa Rojava silav kir û diyar kir li dijî gefên rêxistinên çete yên mîna DAÎŞ, El Qaîde û El Nûsra û hwd. serketina xeta sêyan tê maneya Rojhilateke Navîn a demokratîk û azad.

'EM Ê QEYÛMAN BIŞÎNIN'

Meclîsa Ciwanan têkilî qeyûmên ku şaredariyên Kurdistanê bi zor û terorê desteser kirin jî diyar ew ê qeyûman bişînin cihê ku jê hatine, Enqerê.

'LI DIJÎ HER CURE HÎYERARŞIYÊ TÊKOŞÎN..'

Meclîsa Ciwanan HDP'ê di encamnameya Kongreya 2'yan de diyar kir, ji bo ku siyaseta partiyê, zimanê wê, organên wê ciwan bibe wê têkoşîneke çalaktir bikin li dijî hiyerarşiyê ji partiya xwe dest bi têkoşînê bikin û geş bibin.

Her wiha hate diyarkirin ji bo berbelavbûna paradîgmaya azadîxwaz, demokratîk, civaka ekolojîk wê têbikoşin, ji bo ku xeta siyasî ya dij netew-dewlet, dij nîjatperest, dîjî jerontokrasî, zayendîparêz û li dijî her cure fanatîzma milî û dînî bigihije beşekî berfireh ê civanê wê têbikoşin. Meclîsa ciwanan diyar kir rojên pêş wê kampanyaya rêxistiniyê hewl bidin xwe bigihînin girseyeke mezin.

Herî dawî Meclîsa Ciwanan a HDP'ê got, meclîsa jinan di nav meclîsa ciwanan de wê rêxistiniya xwe ya resen bike û li her qadê têkoşîna jinê geş bike, li dijî polîtîkaya komkujiya li ser jinên berxwedêr wê serhildana jinê were geşkirin, li dijî pergala zilmam serwer ku jina ji nedîtî ve tê, cihêkariyê dike û jinan dikıje wê hevkariya têkoşînê ava bikin.

Navê kesên ji bo Desteya Rêveber a Meclîsa Ciwanan hatine hilbijartin:

Buşra Kuyun, Umît Akbiyik, Sevîm Akdag, Ridvan Ozturk, Nurallah Ozgun, Cengîz Fîdan, Ismaîl Sungur, Sînan Akbulut, Ayşe Hacibektaşoglu, Sedat Eren.