Encamnameya Konferansa Ciwanan a Rojhilat Navîn

Konferansa Ciwanan a Rojhilat Navîn a ku li bajarê Silêmanî yê Başûrê Kurdistanê hate lidarxisin, bi eşkerekirina encamnameyê bi dawî bû.

Li Salona Tewar a bajarê Silêmaniyê yê Başûrê Kurdistanê Konferansa Ciwanan a Rojhilata Navîn bi dirûşmeya ‘Li Rojhilata Navîn pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriyê’ bi tevlîbûna 300 delege û zêdetirê 100 mêvanan îro saet 10:00’an de destpê kir. Di saet 18:00'an de konferans bi eşkerekirina encamnameya ji 12 xalan pêk dihat, bi dawî bû.

Ji bo tevlîbûna konferansê ji herçar parçeyên Kurdistanê, Iraq, Sûriye, Tirkiye, Îranê nêzî 30 nûnerên hizib û rêxistinan hatine vexwendin. Ciwanên ji pêkhateyên cuda beşdarî konferasnê bûn. Di konferasnê de ciwanan pirsgirêkên ciwanan û rêyên çareseriyê nîqaş kirin.

Di dawiya konferansê de encamnameya ji 12 xalan pêk dihat, hat eşkerekirin.

Xalên encamnameyê wiha hatin rêzkirin:

1. Azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ku têkoşîn ji bo azadiya ciwanan û gelên Rojhilata Navîn dike, were hedefkirin.

2. Ciwan wê li dijî desthilatdar û dewlet ku sedemên sereke yên pirsgirêkên Rojhilata Navîn in, bixwe rêxistinkirinê wç li hember rawestin.

3. Ev konferans wê azadiya jin û parastina jîngehê di têkoşîna xwe de esas bigire.

4. Li dijî hemû cûre êrîşên modernîteya kapîtalîzmê berxwedanê bi rê ve bibe.

5. Li hemberî saziyên herêmî û cîhanî yên neteweperest têkoşîna çalak bi rê ve bibe.

6. Li dijî hemû êrîşên biyanî yên li ser Rojhilata Navîn têkoşîna bi rêxistin bingeh digre.

7. Li ser bingehê 'Azadiya Kurdistan, azadiya Rojhilata Navîn e, azadiya Rojhilata Navîn jî azadiya Kurdistanê ye' berxwedanê û şoreşê bi rê ve bibe.

8. Bi hev re jiyanbûna gelan û olên Rojhilata Navîn bingeh digire.

9. Li hemberî êrîşên qirkirina çandî ku li Rojhilata Navîn û bi taybet li Kurdistanê pêk tên, bi jiyana çand û hunerî û çanda civaka demokratîk em ê li hember rawestin.

10. Ji bo lidarxistina konferansa Ciwanên Rojhilata Navîn, em ê koordînasyona hevbeş ava bikin.

11. Parastina zaravayî Zazakî ku tê qirkirin.

12. Li ser navê ciwanên Rojhilata Navîn kovarek were derxistin.