Encamnameya konferansa Tevgera Azadî ya Kerkûkê hate parvekirin

Kongreya 2’emîn a Tevgera Azadî ya Herêma Kerkûkê bi dawî bû. Piştî konferansê encamnameya 9 benda li xwe digire hate parvekirin.

Encamnameya konferansa 2’emîn a herêma Kerkûkê ya Tevgera Azadî hate parvekirin.

Di encamnameyê de ev tişt hate gotin:

Di encama pêşbaziya siyasî û desthilatxwazên aliyên Iraq û Herêma Kurdistanê de, rewşa civaka Kerkukê xira bûye. Bi taybet piştî bûyerên 16’ê Cotmehê, ti projeyek li bajarê Kerkukê pêknehatiye û hemû projeyên berê jî nîvço hatine hiştin.

Xelkê Kerkukê ti sudek ji berhemên petrolê nabîne, her wiha ji ber xizmetgûzariyê kêm û pêşbaziya siyasî ya nava Iraq, hêz û aliyên Kerkukê kirîz kûrtir kirine.

Em Tevgera Azadî ji bo çareserkirina krîza Kerkûkê, li ser bingehê demokratîk û vîneke şoreşgerî xwe erkdar dikin.

Li gorî vê;

1-Bi armanca pêşvebirina sîstema xwerêvebirina demokratîk û bicihanîna wê. Her wiha berfirehkirina xeta sêyem a di sîstema demokratîk de. Ji bo vê em ê rêxistin kirin û xwerêvebirinê bikin armanca xwe ya sereke ji bo dema bê.

2-Ji bo çareserkirina pirsgirêkên civak û bi rêxistinkirinê, armanca me avakirina komîteyan li gund, bajarok, tax û hemû cihên ku destê me negihiştiyê. Her wiha birêxistinkirina hemû pêkhateyan.

3-Hemû endamên Tevgerê li hemberî valahiya fikir û îdeolojiyê bên perwerdekirin. Her wiha girîngî bidin xebata perwerde, rewşenbîrî, ragihandin û çanda jiyana hevbeş a li herêmê.

4-Em ê li ser bingehê prensibên jiyana hevbeş, bi hev re karkirina siyasî ya bi hemû pêkhateyên Kerkûk, aliyên siyasî, rêxistinên civaka sivîl, kesayetên demokratîk û dengên nerazî xwedî li mijarên civakê derkevin.

5-Em ê li hemberî hemû tund û şideta li dijî jinan a li herêmê derbikevin. Em ê ji bo ku jin bigihe asta pêşeng û xwe birêxistinkirinê piştgiriyê bikin.

6- Em ê li hemberî bê karî, bê hêvibûn û koçber bûna ciwanan a ji herêmê, hişyarkirin, perwerde kirin û rêxistin kirinê bikin armanca xwe.

7-Em ê têkoşînê ji bo eşkerekirina dahatuya jêderên xwezayî, bi taybet gaz û petrolê ji bo avakirina herêma Kerkûk bikin.

8-Hişyarkirina welatiyan a ji bo parastina cihên dîrokî, goristanên pîroz, parastina jîngeh û xwezaya bajêr. Her wiha zêdekirina şînatiyê ji bo tenduristek baş a welatiyan.

9-Ji bo nehêlana bandora bûyerên 16’ê Cotmehê karkirin. Bi taybet ji bo vegera bawerî ya di navbera pêkhateyên bajêr de û ji bo hilbijartinek demokratîk a encûmena parêzgeha Kerkukê bi aliyên siyasî û pêkhateyên din re kar kirin.”