Encamên hilbijartinên encûmenê parêzgehên Kerkûk û Mûsilê

Di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de li Kerkûkê YNK bi ser ket. Li Mûsilê jî Koalîsyona Nînowayê ya bi pêşengiya waliyê berê bi ser ket, PDK jî bû partiya duyemîn.

Di 18'ê Kanûnê de li Iraqê bang li 16 milyon hilbijêrî hate kirin ku ji bo hilbijartina encûmenên parêzgehan tevlî dengdanê bibin. Hilbijartin piştî 10 salan hate kirin û tenê ji sedî 41 ê dengdêran tevlî bûn. Ji hilbijêrên qeydkirî 6.6 milyon kesî dengê xwe dan. Rêjeya tevlîbûna li hilbijartinên beriya niha yên sala 2013'an ji sedî 51 bû.

LI SERANSERÊ IRAQÊ PARTIYÊN ŞÎA QEZENÇ KIRIN

Li gorî encamên destpêkê yên ji aliyê Komîsyona Hilbijartinê ya Iraqê ve hate eşkerekirin, li piraniya parêzgehan partiyên Şîa yên alîgirê Îranê bi ser ketin.

Li navendê û neh bajarên li başûr, du meyl derketin holê: Yên bi rengekî mezin bi ser ketin, ya partiyên waliyên heyî bûn, ya jî koalîsyonên ji partiyên alîgirên Îranê bûn.

Li parêzgehên Zîqar, Mîsan, Basra, Babîl, Necef, Musenna û Vasitê heman tifaq bi giranî li pêş bûn. Ev komên alîgirên Îranê di nava koalîsyona Nebnî de ne ku ji fermandarên payebilind ên Haşdî Şabî Hadî el Amerî pêşengiyê jê re dike. Lê belê koalîsyona 'Dewleta Hiqûqê' jî heye ku di nava heman koma siyasî de ye û Serokwezîrê berê Nûrî El Malîkî pêşengiyê jê re dike. Piştî van herdu koman Koalîsyona Hêzên Dewleta Welatparêz (Ammar el Hekîm û Serokwezîrê berê Haydar el Abadî) tê.

Li paytext Bexdayê, partiya siyasetmedarê Sûnî Mûhammed El Halbûsî, Taqadom di rêza destpêkê de bû. Di rêzên duyemîn û sêyemîn de jî Nebnî û Dewleta Hiqûqê hebûn.

Li gorî çavdêran, hilbijartinên roja Duşemê hêzên alîgirê Îranê xurtir kir. Ev partiyên ku li parlamentê jî serwer in, hikumeta heyî ya Mûhammed Şiya El Sûdanî tayîn kiribûn. Ev partî bi Îranê re têkiliyeke xurt a bi Îranê de pêk tînin.

SADR BOYKOT KIR

Lîderê olî yê Şîa yê bi bandor Muqteda Sadr piştî têkoşîna bi hevrikên xwe yên siyasî re hilbijartinên parêzgehan boykot kir. Sadr di havîna 2022'an de piştî şerê giran ê li navenda Bexdayê diyar kiribû ku ew ji qada siyasî vedikişe.

TEVLÎBÛNA HERÎ ZÊDE LI KERKÛKÊ PÊK HAT

Rêjeya herî bilind a tevlîbûnê li Kerkûkê (Ji sedî 65) pêk hat ku partiyên bingehîn ên temsîliyeta Kurdan, Ereb û Tirkmenan dikin, lê ketin pêşbirkê. Li vê parêzgeha dewlemendê petrolê, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) bû partiya yekemîn. Lê belê ji ber parçebûna nava partiyên Kurdan, ji bo tayînkirina walî wê bi hevrikiya koalîsyonên Tirkmen û Ereb re rû bi rû bimîne.

Li Kerkûkê yek jê ji bo kotaya Xiristiyan 16 kursî hene. Beriya niha ji bo Kerkûkê 41 kursî hatibû veqetandin, lê belê bi qanûna hilbijartinê ya hate guhertin re hejmara kursiyên li Kerkûkê hate kêmkirin.

Di hilbijartinê de partiyên Kurdan bi giştî 217 hezar û 815 deng bi dest xistin. YNK'ê 139 hezar û 373 deng wergirt û bû xwedî 5 kursiyan. PDK'ê jî bi 46 hezar û 749 dengan du kursî bi dest xist. Bi vî rengî hejmara kursiyên partiyên Kurdan bû 7 kursî.

DENGÊN KU JI BER PARÇEBÛNÊ LI BER AVÊ ÇÛN

Ji ber ku Kurd bi tifaqên cuda tevlî hilbijartinên meclîsa bajêr a Kerkûkê bûn, vê yekê bandor li hejmara kursiyan jî kir. Tifaqa Nifşê Nû û partiyên Îslamî ku 53 hezar deng wergirt, nekarî kursiyekê bi dest bixin. Dengên bi dest xistin jî li ber avê çûn.

Du lîsteyên Tirkmen 93 hezar deng wergirt û bû xwedî 2 kursiyan. Koalîsyona Ereb 3 kursî, Koalîsyona Qaîde 2 kursî, Tifaqa Ûrûba ya Ereb kursiyek û Tevgera Babîlîon a Xiristiyan jî ji ber sîstema kotayê kursiyek bi dest xist.

ENCAMÊN MÛSILÊ

Li parêzgeha Nînowayê jî ku navenda wê Mûsil e, Koalîsyona Nînowa ya Sûnî zêdeyî 141 hezar deng bi dest xist û bû partiya yekemîn. PDK'ê jî nêzî 123 hezar deng wergirt û bû partiya duyemîn. Koalîsyona Nînowayê ya bi pêşengiya Waliyê berê Necîm Cibûrî 5 kursî, PDK'ê 4 kursî û YNK'ê jî 2 kursî bi dest xistin.

NAMZETÊ ŞENGALÊ BI SER KET

Nûnerê Şengalê Qasim Keşko ku ji lîsteya Yekîtiya Gelên Nînowayê tevlî hilbijartinê bû, bi ser ket. Keşko weke namzetê PADÊ û Rêveberiya Xweser a Şengalê beşdarî hilbijartinê bû. Keşko spasiya Saziyên Rêveberiya Xweser a Şengalê û gel kir û serketina xwe diyarî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, şehîdên Êzidxanê û gel kir.

LI SELAHEDDÎN Û DIYALAYÊ KURD

Li parêzgehên Selahaddîn û Diyalayê jî partiyên Kurdan kursî bi dest xistin. Li Diyalayê YNK'ê kursiyek, li Selahaddînê jî Koalîsyona Hasm ku PDK di nav de ye du kursî bi dest xistin.

JI KOTAYÊ 10 KURSÎ

Li Iraqê di hilbijartinên encûmenên parêzgehên Iraqê de 10 kursî weke kota li nava Xiristiyan, Kurdên Şebek, Êzidî, Feylî û Mendaiyan hate belavkirin.