Emîne Şenyaşar: Kesên qetlîam kirine bila werin girtin

Malbata Şenyaşar a ku ji bo xizmên xwe yên hatibûn kuştin, 106 roj in di nobeta edaletê de ne diyar kirin ku ev çalakî têkoşîna bidestxistina heq e.

Emîne Şenyaşar a ku di sala 2018’an de parêzvan û xizmên parlementerê AKP’ê Îbrahîm Halîl Yildiz hevjînê wê û du kurên wê kuştibûn, tevî kurê xwe Ferît Şenyaşar ê ku di êrişê de birîndar bûbû, 106 roj in di nobeta edaletê de ne.

Emîne Şenyaşar tevî kurê xwe bi destê sibehê de li pêşiya bariyerên dora dadgeha Rihayê dovîza ‘Dayikek 106 roj in li pêşiya Dadgeha Rihayê di nobeta edaletê de ye. 2 kurê wê û hevjînê wê li nexweşxaneyê hate kuştin. Ji ber ku parlementer di qetlîamê de cih girtiye, 3 sal in doz nayê vekirin’ dest bi çalakiya xwe kirin.

Di dema çalakiyê de Ferît Şenyaşar ji Ajansa Mezopotamyayê re axivî û got “Em li vir çalakiya rûniştinê nakin, ev têkoşîna bidestxistina heq e. Em 106 roj in li ber dadgehê ne, ligel ku derbarê doza me her tişt li hole ye, tu pêşketin tune.”

Malbata Şenyaşar diyar kir piştgiriya ji bo çalakiyê roj bi roj zêde dibe û got “Herî dawîn dema ku me xwestibûn em bi dozgeran re rûnên, vê daxwaza me hatibû redkirin. Em ê îro daxwaznameyekê bidin wan û bila derbarê sedema redkirinê me agahdar bikin. Em ê bersiva wan jî belav bikin.”

Emîne Şenyaşar qala tendirustiya xwe kir û got “Êdî çavê min nabîne. Li Dîlokê miayene bûm, bijîşk got divê tu emeliyat bibî. Heta kurê min Fadil ê girtî neyê berdan, ez ê tedawî nebim û ez ji vir naçim. Ez bimirim jî bila ez li vir bimirim.”

Emîne Şenyaşar got “Avahiya dadgehê ji hemû kesan re serbest e lê ji me re hatiye qedexekirin. Bila qeydên nexweşxaneyê were eşkerekirin. Bila kesên qetlîam kirine werine girtin. Çima nayên girtin?”