Embarên Genim ên li bakurê Reqayê hatin rizgarkirin

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, Embarên Genim ên bi 9 kîlometreyan li bakurê Reqayê ne, ji çeteyan paqij kirin.

Qonaxa sêyemîn a Pêngava Xezeba Firatê, ku di 4'ê Sibatê de dest pê kir, bi rengekî serketî dewam dike.

Şervanên Odeya Çalakiyê ya Pêngava Xezeba Firatê, di roja heyştemîn a pêngavê de her bi pêş ve diçin. Li gorî agahiyên ji herêmê hatin bidestxistin, danê nîvro Embarên Genim ên bi 9 kîlometreyan li bakurê Reqayê ne, ji çeteyên DAIŞ'ê hatine paqijkirin.

Şerê li herêmê bi dijwarî dewam dike. Şervanên Odeya Çalakiyê, herêmên rizgarkirî ji mayînên çeteyan paqij dikin.