'Em xwedî li Êzidiyên ji kampê hatine avêtin derkevin'

Êzidiyên ji kampa AFAD'ê ya li Mîdyatê hatin avêtin, li Komeleya Suryaniyan a hatiye girtin bûne mêvan. Yûhana Aktaş bang li her kesî kir, ku xwedî li civaka Êzidî derkevin.

Êzidiyên duh danê êvarê ji aliyê rayedarên kampa AFAD'ê ya li navçeya Mîdyat a Mêrdînê ji kampê hatin avêtin, li mêvanxaneya Komeleya Suryaniyan a bi biryarnameyê hatiye girtin, dimînin.

Serokê komeleyê Yûhanna Aktaş diyar kir, ku ew ê piştgiriyê bidin civaka Êzidî û xwedî li Êzidiyên din ên ji kampê bên derxistin jî derkevin.

'YÊN JI KAMPÊ HATIN AVÊTIN DI REWŞEKE NEBAŞ DE BÛN'

Aktaş anî ziman, duh danê êvarê extiyarekî ji kampê lê geriya ye û got, "Kesê li min geriya got, ji bo bi qasî 50 Êzidiyên jin û zarok jî di nav de hene ji kampê derkevin, 3 roj wext hatiye dayin. Berêvarê jî ji min re got, ku komek ji Êzidiyan wê ji kampê bê avêtin û cihekî ku biçin nîne. Min jî jê re got, ku bila ew têkiliyê bi min re deynin."

Aktaş diyar kir, Êzidî bi şev ji kampê hatin avêtin û bi meşê xwe gihandine navenda bajêr. Aktaş wiha dewam kir: "Li parkê bûn û piştre li min geriyan. Min ew li parkê dît. Ji hal ketibûn. Gelekî xemgîn bûn ji ber ku hevser û zarokên wan li kampê ma bûn. Cihekî ku ew biçin tine bû. Min jî ew bi xwe re anî û li mêvanxaneya komeleya me bi cih kir."

'DIVÊ EM TEQEZ XWEDÎ LI WAN DERKEVIN'

Yûhanna Aktaş got, "Di salvegera komkujiya Şengalê de ev mirov avêtin derve. Cihê vê yekê di ti exlaq û wijdanê de nîne. Ev mirov ji zilma DAIŞ'ê reviyan û xwe li vir girtin. Bêyî ku cihekî lê bimînin bê nîşandan, derxistina wan ji kampê ne ya qebûlkirinê ye. Li gorî derfetên xwe, em ê xwedî li xwişk û birayên xwe derkevin. Em bang li tevahiya gelê Kurd dikin ku piştgiriyê bidin van xwişk û birayên me û xwedî li wan derkevin."