'Em tecrîdê red dikin, heta azadiya Serok Apo em ê têbikoşin'

Saziyên civakî û rêveberiyê yên Şengalê bi daxuyaniyekê li ber tecrîdkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabûn û gotin, "Civaka me wê her tim di nava tevgerê de be. Em ê heta azadiya Serok Apo têbikoşin."

Şidandina tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Şengalê jî fikaran zêde dike. Nûnerên saziyên civakî û rêveberiyê yên Şengalê li ber avahiya Meclîsa Gel a Til Izêr li ser mijarê daxuyaniyek dan çapemeniyê.

Bi navê meclîsa Xweser a Şengalê, Rêveberiya Xweser a Şengalê û saziyên bajêr Xelîl Hecî daxuyanî da.

Xelîl Hecî tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan şermezar kir û bi bîr xist, di sala 2014'an de yên bi hawara wan ve hatin û ew ji fermanê rizgar kirin şagirtên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bûn.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Yê ku rojane li me difikire û bi fikrê xwe me diparêze jî careke din Serok Apo ye. Em bang li CPT, saziyên mafên mirovan dikin ku bi lez bikevin nava liv û tevgerê, xwe bigihînin Rêber Apo û hevdîtinê pê re bikin."

Di daxuyaniyê de hate bibîrxistin ku 2 sal in hevdîtin bi Ocalan re nayê kirin, agahî jê nayê girtin û hate gotin, "Em weke civaka Êzidî, em aştîxwazin. Ji xwe me gelek êş û azar û zilm kişandiye. Bivê nevê ji bo Serok Apo em jî dikevin fikaran. Tecrîda  li ser ser Serok Apo cihê şermezariyê ye. Em bang li civaka dikin ku li Serok Apo xwedî derkevin. Çawa dibe ku mirovahî bêdeng be. Bi milyonan mirov bi fikir û ramanên wî yên xweseriya demokratîk xwe bi rêve dibin û serokê vî fikir û felsefê di girtîgehan de ye. Ev yek çawa dibe? Em tecrîdê qebûl nakin û red dikin. Civaka me wê her di nav tevgerê de be. Em ê heta azadiya Serok Apo têbikoşin."

Daxuyanî bi dirûşma "Bê Serok jiyan nabe" bi dawî bû.