'Berxwedan bi tenê têra me nake, armanca me serketin e'

Gerîlaya YJA Starê Delal Amed destnîşan kir, ku berxwedan bi tenê têra wan nake, di heman demê de em dixwazin dijmin bişikînin, têk bibin.

Gerîlaya YJA Starê Delal Amed diyar kir ku êrîşên hewayî yên artêşa Tirk ji tirsa têkçûna wê ye.

Gerîlaya YJA Starê Delal Amed ku di rojên destpêkê yên êrişa dagirkeriyê ya artêşa Tirk de diaxivî, ku hingî dengê balafirên şer ên Tirk jî dihate bihîstin, yek ji wan gerîlayan e ku niha li tunelên şer ên li Zapê li ber xwe dide.

Amed destnîşan kir, ji bo wan gelekî hêja ye ku di pêvajoyeke wiha ya şer de li ser girekî girîng e û got, "Tu bi her rê û rêbazê amadekariyan dike, ji ber ku tu zane wê dijmin bê."

Delal Amed anî ziman ku li gorî tecrûbeyên par ên ji Avaşînê wergirtî wan amadekariyên xwe kirin û wiha axivî: "Liv û tevgera me wê li ser bingeha şikandina dijmin be. Çend êvarên vê dawiyê dijmin dest bi operasyonê hewayî kir, bênavber êrîş dike. Dixwaze xwe gelekî xurt nîşan bide, psîkolojiya gerîla xera bike û bêje 'ez bi rê û rêbazên cuda têm'.

EM DIJMIN NAS DIKIN, BI TEKNÎKA WAN ZANIN

Em jî bi van tiştan zanin; kapasîteya teknîkê zanin, dijminê xwe ji xwe nas dikin. Dijmin dît ku bi teknîkê nikare encameke mezin bi dest bixe. Dijmin wê li Herêmên Parastinê yên Medyayê rastiya gerîla bibîne. Ewqas êrîşên giran ên hewayî nîşaneya tirs û fikara dijmin e. Nîşaneya têkçûna dijmin e. Em di wê baweriyê de ne ku em ê serketineke mezin bi dest bixin."