Dewleta Tirk û çeteyên PDK û ENKS'ê her çendî YPG'ê reş bikin û bibêjin ne rewa ye jî û êrîşê bi ser hêzên YPG'ê de bînin jî desteka êlên Ereb ên Rojava û Bakurê Sûriyeyê her roj zêdetir dibe. Yek ji êla girîng a Ereb a Sûriyeyê jî Şemmar e. Beşekî mezin ê êla Şemmar dema ku Rojava ji rejîma Baas dihate rizgarkirin tercîha xwe ji bo Rojava diyar kir û bi YPG'ê re xaka xwe azad kirin.
Yek ji rûspiyê êla Şemmar a Sûriyeyê Şêx Abdulselam Alî Elbaşo hevalbendiya ku bi YPG'ê re danîn û bandora wê ya li ser wan şîrove kir, şervanên YPG'ê yên ku di rizgaririna Reqqayê de cih digirin slav kir.
'JI BO HEMÛ GELAN TÊDIKOŞIN'
Şêx Abdulselam dibêje bi daxwaza birayê xwe destek daye YPG'ê lê bi pêvajoyê re fersend çêbûye ku ew bi xwe jî YPG'ê nas bike û got: "Birayê min Ebdurrahman beriya me hemûyan YPG nas kir, ji me xwest ku em destekê bidinê. Ez jî dema ku hatim Cizîrê min rêxistiniya wan dît. Her ku min ew nas kirin min fêhm kir ku mafê mirovan û hiqûq tenê ne ji bo Kurdan lê ji bo hemû gelan e. Ew fikir diparastin ku gel bi zimanê xwe, bi çanda xwe beriya ku zorê li hev bikin dikarin bi hev re bijîn.''
TIŞTÊN KU DIBÊJIN DIKIN
Şêx Abdulselam dibêje piştî ku wan bi YPG'ê re hevalbendiya xwe danîne hin derdorên Ereb ji wan re gotin, ''çima hûn bi wan re tevdigerin'' û bi vî rengî zext li wan dikirin lê ew pê şanaz in ku bi wan re têdikoşin û wiha got: '' Em ji bo demokratîkirina Sûriyeyê bi hev re têdikoşin. Li heman cografyayê em di heman kozê de şer dikin. Bi vê pêvajoyê re min gelek tişt dîtin. Me dît ku ew çendî bi Rêbertiya xwe ve ne û dîs min dît ku tişta dibêjin dikin. Digotin ew ê Rojava ji hemû çeteyan û yên ku zextê li ser gel dikin rizgar bikin. Bi rastî jî ev kirin. Helbet em jî tevlê bûn. Em bûne parçeyek ji vê rûmetê.''
'HEKE ME ŞAŞIYÊN WAN BIDÎTA EM Ê LI DIJ DERBIKETANA'
Şêx Abdulselam dibêje çawa ku hin derdorên Ereb ên netewperwerên hoveber zext li me dikir her wiha hêzên weke PDK'ê jî ji bo YPG'ê û pêşengên şoreşa Rojava re digotin, ''Çima hûn bi Ereban re dimeşin, çima hûn bi wan re federasyonê ava dikin'', bi vî rengî zext dikirin û wiha dibêje, ''Lê guh nedana van gotinan. Em bi wan re dixebitin, di heman kozan de şer dikin.
Baweriya bi mirovan heye, dikin ku ew jî bi xwe bawer bin. Ji ber ku mirovên xwedî ûcdan in û ji bo mirovahiyê têdikoşin. Ji bo vê jî em êla Şemmar ji destpêka şoreşê ve bi YPG'ê re ne. Heke me şaşîtiyeke wan bidîta em ê li dij wan rawestiyana. Lê berevajî vê, me dît ku bi rengekî fedaî ji bo hemû gelan şer dikin.''
'HEKE NE JI WAN BÛNA ÎRO EREB WÊ JI HEQÊ XWE BÊ PAR BÛNA'
Şêx Abdulselam dibêje YPG dema ku Rojava û Bakurê Sûriyeyê ji çeteyan rizgar kiriye bi xwîna şehîdan ev kiriye û şoreşa Rojava ji bo hemû gelan bûye sîstemeke wekhevîxwaz û wiha domand: ' Ez bi xwe dikarim li ser navê hemû Eşîra Şemmar bibêjim ku em bi Kurdan bawer in, em bi hev re dijîn û bi hev re têdikoşin. Li vir bi pêşengiya Kurd ji bo hemû gelan sîstema xweseriya demokratî piştre jî Federasyona Bakurê Sûriyeyê hate avakirin. Hemû gel tevlî vê sîstemê kirin.. Heqê hemû gelan hate naskirin û ev tevlê têkoşînê kirin. Heke ne wiha be niha em hemû em ê ji heqên xwe bê par bûna.
'KIR KU EREB JI HEV HEZ BIKIN'
Abdulselam dibêje berxwedana YPG'ê û sîstema Federal a Demokratîk a li Bakurê Sûriyeyê li ser hîmê ramana rast û têkoşîna rast hate danîn û wiha dibêje: ''Mixabin beriya şoreşa Rojava di nav me Ereban de bend zehf bûn û me ji hev bawer nedikir. Bi şoreşa Rojava re me YPG bi sîstema ku ava kirî nas kir, me ew jiya. Nêzîkatiya wan a li me û ramanên ku wan diparastin kirin ku em bi xwe bawer bin. Ez jidil dibêjim piştî ku me ev têkoşîn nas kir nêzîkatiya me êlan Ereb a li hev guherî. Êdî me bêhtir ji hev hez kir û bêhtir me hurmet da hev.
'DIJMINATIYA LI YPG'Ê TÊ WATEYA DIJMINATIYA GELÊN SÛRIYÊ YE'
Abdulselam li dijî reşkirin û êrîşên hin derdorên Ereb û Kurdan ên li ser hêzên YPG-YPJ'ê û sîstema federasyonê jî got, "Te divê bila ji nav welatê me be û te divê bila ji hêla dewletên din ve be, ên ku hurmetê nadin YPG, YPJ'ê û sîstema ku me daniye û yên ku êrîş tînin ser, hurmetê nîşanî Ereban jî nadin û êrîşê tînin ser Ereban jî. Ên ku qîmetê vê tevgera ku ji bo mirovahiyê têdikoşe nizanibin îxanetê li gelê Sûriyeyê dikin.
Ev ji bo Kurdan jî wiha ye. Hin hêzên Kurd hene ku ji YPG'ê re dibêjin terorîst. Mînak PDK êrîş dibe ser YPG'ê û sîstema ku ava kirine. Ew ji bo ku YPG û Şoreşa Rojava mafê gelê Ereb jî nas dike sûcdar dikin, lê wan Kurd ne parastin. Di komkujiya Şengalê de ji bo PDK'ê Êzîdî hatin kuştin, jinên wan bûne kole. Lê YPG bi têkoşîna xwe ne tenê Kurd hemû gelên herêmê parastin. Heke di dema komkujiyê de YPG li Şengalê bûya komkujiyeke bi vî rengî pêk nedihat."
'EV BERXWEDAN DIVÊ LI HER DEVERA SÛRIYÊ BERBELAV BIBE'
Abdulselam şervanên YPG'ê yên ku tevlî rizgarkirina Reqqayê bûne ku ji bo ku azadbûna Sûriyeyê qadeke girîng e, slav kir û bang li Êlên Ereb û gelên Sûriyeyê kir: ''Ji roja pêşî ve li dijî dijminê herî hov berxwedaneke dîrokî nîşan didin û gelên Sûriyeyê diparêzin. Rayên şoreşa me xwe kûr berdane. Ev berxwedana YPG-YPJ'ê ya ji bo mirovahiyê û gelan divê li hemû Sûriyeyê belav bibe û li derveyî Sûriyeyê jî ji bo bindestan bibe mînak.
Ez li ser navê Êla Şemmar wiha dibêjim, em bi wan re ne. Ez bang li hemû gelê Ereb û gelên din ên Sûriyeyê dikim, ji bo siberoja xwe em bi van mirovên paqij re divê mil bi mil têbikoşin û em siberoja xwe ava bikin.''